YPG: Li Kobanê û Cizîrê 17 çete hatin kuştin
Li Kantonên Kobanê û Cizîrê di pevçûnên duh bi şev û îro danê sibehê de herî kêm 17 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û çeteyek bi saxî hat zevtkirin.
Li Kantonên Kobanê û Cizîrê di pevçûnên duh bi şev û îro danê sibehê de herî kêm 17 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û çeteyek bi saxî hat zevtkirin.
Li Kantonên Kobanê û Cizîrê di pevçûnên duh bi şev û îro danê sibehê de herî kêm 17 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û çeteyek bi saxî hat zevtkirin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê der barê roja 226. a berxwedana Kobanê û pevçûnên dawî yên li rojavayê Kantona Cizîrê de daxuyaniyek da.
LI GUNDÊ XAN MEMED 16 ÇETE HATIN KUŞTIN, ÇETEYEK BI SAXÎ HAT ZEVTKIRIN
Navendê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê hewl dan êrîşî gundê Xan Memed ê li başûrrojhilatê Kobanê bikin û li bersiveke tund a hêzên YPG/YPJ'ê rast hatin.
Li gorî daxuyaniyê di pevçûnên dijwar ên li vê qadê de 16 çete hatine kuştin, çeteyek jî bi saxî hatiye zevtkirin. Hat ragihandin ku tevî 16 termên çeteyan 17 çek û cebilxaneyên çeteyan ketine destê YPG/YPJ'ê û komên çete yên derbên giran xwarin, neçar man ji qadê birevin.
LI BAŞÛRÊ KOBANÊ 3 CENAZEYÊN ÇETEYAN HATIN DÎTIN
Navendê da xuyakirin ku duh piştî nîvro li gundên Metrês û Ernê yên li başûrê Kobanê operasyoneke lêgerînê hatiye meşandin û di encamê de 3 cenazeyên çeteyan ên di pevçûnên beriya niha de hatibûn kuştin, hatine dîtin. Hêzên YPG/YPJ'ê li vir dest danîn li ser 2 çekên M16 û 2 çekên kleş û 4 bêtel ên çeteyan."
LI GUNDÊ TIL MIXAS Ê TIL TEMÎR ÇETEYEK HAT KUŞTIN
Di dewama daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de hat destnîşankirin ku hêzên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên li gundê Til Mixas ê Til Temirê duh bi şer çalakiyek lidar xistin û di encamê de çeteyek hat kuştin.
Navendê da zanîn ku duh bi şev, li hemberî komên çete yên li nêzî gundê Mişêrfa yê Til Berakê çalakiyek hat lidarxistin, di encamê de wesayîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hat rûxandin, lê hejmara zelal a windahiyên çeteyan nehat tespîtkirin.