Di çarçoveya operasyonên YPG/YPJ'ê yên Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo yên li başûrrojavayê Serêkaniyê de 2 gund û 4 gundik hatin rizgarkirin. Di pevçûnên li vê herêmê û herêma Til Berakê de 30 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya di qonaxa duyemîn de ye, bi awayekî serketî di roja 31. de dewam dike.
LI BAŞÛRROJAVAYÊ SERÊKANIYÊ 2 GUND Û 4 GUNDIK HATIN RIZGARKIRIN
Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê li başûrrojavayê Serêkaniyê di 24 saetên dawî de derbên giran li çeteyan xistine û got, "Hêzên me duh gundên Şemmas, Hesna ya Rojhilat, gundikên El Katum, Ebû Elî û 2 gundikên din ên navê wan nehatiye zelalkirin ji bin dagirkeriye çeteyan rizgar kirine. Di pevçûnên li van qadan de hêzên me maşînekî leşkerî, 5 kleş û hejmarek cebilxane rûxandin."
Li gorî daxuyaniyê, di pevçûnên li vê qadê de 21 çete hatine kuştin û tevî 10 termên çeteyan, 2 kleş û rokêtavêteke B7 a çeteyan ketine destê YPG/YPJ'ê.
LI BAŞÛRROJHILATÊ TIL BERAKÊ 9 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê wekî din ragihand ku komên çete şevên din hewl dan êrîşî gundên Hiweyş û Til Haydar ên li başûrrojhilatê Til Berak bikin û der barê pevçûna li vir de ev agahî da:
"Hêzên me li hember van komên çeteyên dixwestin êrîş bikin, operasyonek lidar xistin. Hêzên me van koman kirin dorpeçê û di pevçûnên li vir de bi qasî hatiye zelal kirin 9 çete hatine kuştin, 4 çete jî birîndar bûne.
Hêzên me li vê qadê 3 kleş, 1290 fîşekên kleşê û 43 şarjorên kleşê, 2 BKC û 600 fîşekên BKC, 1 roketavêja B7 û 7 guleyên roketavêja B7, 10 mayînên bi dest hatine çekirin, 4 rext, 1 bêtêl û 9 bombeyên destan ên çeteyan bi dest xistine."
KOBANÊ
Navendê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedana Kobanê ya di roja 264. de ye û got, "Hêzên me xebatên xwe yên lêgerînê yên li gundê Qeynterê, ku li başûrê Kobanê ya û roja derbasbûyî hatibû rizgarkirin bi dawî kirin. Di encama van xebatan de hêzên me tevî termekî çeteyan dest danîn li ser doçkekî 14,5mm, 1 kleş, 1 BKC, 1 roketavêja B7 û maşînekî leşkerî ya çeteyan."