YPG: Li Kantona Cizîrê 11 çete hatin kuştin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi çekên giran û hêzên tewqiye li hemberî Kantona Cizîrê tên kirin, ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve tên şikandin. Di pevçûnên duh bi şev de herî kêm 11 çete hatin kuştin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi çekên giran û hêzên tewqiye li hemberî Kantona Cizîrê tên kirin, ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve tên şikandin. Di pevçûnên duh bi şev de herî kêm 11 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Cizîrê bi hêz û çekên giran ên teqwiye tên kirin, ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve tên şikandin û ev agahî bi raya giştî re parve kir:
"Komên çeteyan duh piştî nîvro li hember herêma dikeve navbera bajarokên Rawiya yê girêdayî Serêkaniyê û Alya yê girêdayî Til Temir êrîşekî nû lidar xistin. Êrîşa çeteyan a ku bi piştgiriya çekên giran û wesaîtên zirxî lidarxistin piştî pevçûnên dijwar hat şikandin. Di pevçûnên li van qadan de qasî hat zelalkirin 11 endamê çeteyan hatin kuştin. Hêzên me li vir tevî 7 termê çeteyan dest danîn li ser wesaîtek zirxî ya BMB, 5 kleş, 1 BKC, 1 roketavêja B7, 1 G3 û gelek cebilhaneya van çekan.
Şevê din hêzên me li hember komên çeteyên ku li herêma di navbera bajarokên Alya û Rawiya de xwe cih kiribûn operasyonek lidarxistin. Operasyonê de 2 girên stratejîk a ku çeteyan ji xwe re kiribûn baregeh hatin hedef girtin. Hejmara kuştî û birîndarê çeteyan a di vê operasyone de nehat zelalkirin. Piştî pevçunên dijwar hêzên me her 2 girê ku hedef girtibûn ji çeteyan paqijkirin.
Şevê din li derdora gundê Til Nasir a giredayî Til Temir di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçûnekî dem kurt qewimî. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê pevçunê de nehat zelalkirin."