Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir hêzên YPG’ê li taxa Neşwa Xerbî ya Hesekê bersiva êrîşa çeteyên DAIŞ’ê da û di encamê de zêdetirî 30 çete hatin kuştin. Navendê da xuyakirin ku di van pevçûnan de 11 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê yek ji dijwartirîn êrîşên xwe yên li ser bajarê Hesekê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin:
"Çeteyên DAIŞê duh pişt nîvro yek jî êrîşên xwe ya herî dijwar a li hember bajarê Hesekê pêk anîn.
Êrîşên çeteyan li hember nuuqteyên stratejîk ên li ser taxa Neşwa Xerbî hatine kirin. Ev nuqteyên stratejîk li aliyê rojhilatê çiyayê Kezwanê. Komên çeteyan li hemberî van nuqteyan ku di heman demê de li ser rêya ji Şedadê ye, bi 4 milan ve bi çekên giran êrîş pêk anîn.
Piştî pevçûnên heta danê sibehê dewam kirin, êrîşên çeteyan bi saya fedakariya şervanên me hatin şikandin. Hêzên me rê nedan çeteyan li ser taxa Neşwa Xerbî serdestiya xwe çebikin.
Ji bo êrîşên çeteyan bên şikandin 11 rêhevalên me yên ku bi wêrekî fedaîtî şer kirin, gihîştin şehadetê.
Di van pevçûnan de zêdeyî 30 çete hatine kuştin, bi dehan çete jî hatin birîndarkirin. Di van pevçûnan de topeke 57 û maşînekî zirxî ya tîpa Hammer hatine rûxandin. Hêzên me li van qadan maşînekî leşkerî ya çeteyan jî desteser kirin."