Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku di operasyonên li kantonên Cizîrê û Kobanê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, 5 gund, gundikek û navendek hurkirina keviran hatine rizgarkirin. Navendê destnîşan kir ku di pevçûnan de 39 çete hatine kuştin.
Navendê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Bejahiya Rojavayê Kantona Cizîrê de hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li herêma Alya, gundên Nufeliyê, Til Lebn û Megrîn Beggara, gundikê Ehmedê Mele û meqleayê Ebdulazîzê Cafer ên ku di bin dagirkeriya çeteyan de bûn, ji çeteyan paqijkirin. Operasyona li vê herêmê dewam dike.
Hat ragihandin ku di çarçoveya heman pêngavê de hêzên YPG/YPJ'ê operasyonên xwe yên li rojavayê Hasekê jî berdewam dikin.
Li gorî vê yekê, duh tevahiya rojê li gundê Rezaza û derdora wê ku 13 km rojavayê Hesekê ye, pevçûnên dijwar qewimîne. Di van pevçûnan de 37 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê bi kamyoneke bombebarkirî hewl dan êrîşî gundê Mişêrfa yê berê hatibû rizgarkirin bikin. Di encama destwerdana hêzên YPG/YPJ'ê de wesayîta bombebarkirî berî bigihêje armanca xwe hat teqandin û 2 çeteyên di wesayîtê de hatin kuştin.
2 GUNDÊN LI ROJHILATÊ KOBANÊ HATIN RIZGARKIRIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de, der barê roja 241. a berxwedana Kobanê de ev agahî bi raya giştî re parve kir:
"Hêzên me duh pişt nîvro li rojhilatê Kobanê li ser navê Şehîd Medya Helinc operasyonek lidar xistin. Hêzên me di vê operasyone de gundên Zerê û Gundik ji çeteyan paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Di encama vê operasyonê de hêzên me dest danîn li ser 1 BKC, 300 fîşekên BKC, 2 dûrbînên şevê û rextek çeteyan."