Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî encamên operasyonên duh bi şev ên li kantonên Cizîr û Kobanê bi raya giştî re parve kir.
Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev, bi armanca tinekirina gefa çeteyên DAIŞ'ê ya li rojavayê Kantona Cizîrê dest bi operasyoneke berfireh kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyona li qada di navbera Serêkaniyê û Til Temirê de bi awayekî serketî dewam dike û ev agahî hatin dayîn:
9 GUND, 4 GUNDIK HATIN RIZGARKIRIN: 33 ÇETE HATIN KUŞTIN
"Hêzên me qadên ku di heman demê de navenda êrîşên çeteyan e hedef girtin û li vê qadê 9 gund û 4 gundik ji çeteyan paqijkirin. Hêzên me şevê din gundên El Malha, Dîşo, Sirac, Hela, Bihema, Effun, Qeşqa, Gişat û Rezaza, girê Rezaza û 4 gundikên ku di destê çeteyan de bû rizgar kirin.
Di vê operasyonê de hêzên me yek je maşîneyekî doçka 12,5 mm lê barkirî, 2 maşîneya çeteyan rûxandin. Di pevçûnên li vê qadê de bi qasî hatiye zelalkirin 33 endamen çete hatin kuştin. Hêzên me li vir 5 termên çeteyan jî dest xistine.
Operasyonê li vê qadê hîn jî didome.
LI KOBANÊ 6 GUND HATIN PAQIJKIRIN
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku di roja 234. a berxwedana Kobanê de li rojhilatê kantonê di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar qewimîne.
Hat ragihandin ku di pevçûnên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê destpê kirin de, derbên giran li çeteyan hat xistin û piştî şikandina êrîşa çeteyan hêzên YPG/YPJ'ê li herêmê derketine operasyonê.
Li gorî daxuyaniya navendê, di encama vê operasyonê de gundên Rêkasa jêr û jor, Xirabê Zer a jêr û jor, Kortik û Horik ji çeteyan paqijkirin.
Hejmara kuştî û birîndarên di vê operasyone de nehatiye zelalkirin.