YPG: Hêzên me li hember her cure êrîşan amade ne

Fermandariya YPG’ê ya Taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ku hin derdor dixwazin di nava pêkhateyên taxê de tevliheviyê derbixin û got hêzên wan amade ne hemû êrîşên derve bibersivînin.

Fermandariya YPG’ê ya Taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ku hin derdor dixwazin di nava pêkhateyên taxê de tevliheviyê derbixin û got hêzên wan amade ne hemû êrîşên derve bibersivînin.

Têkildarî mijarê Fermandariya YPG’ê ya Taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê hate gotin di demên dawî de hin derdor dixwazin di nava pêkhateyên Taxa Şêxmeqsûd ku bi biratî bi hev re dijîn tevliheviyê derxin û aramî û ewlekariya di taxê de binpê bikin û wiha hate gotin: “Hin derdor ji aramî û ewlekariya Taxa Şêxmeqsûd ne rehetin û bêrawestan dixwazin tevliheviyê û nakokiyê di navbera pêkhateyan de derxin.ˮ

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hin komên çekdar ên tundrew û di serî de Cebhet El-Nusra ku hêza xwe ji derve digirin dixwazin di taxê de tevlihevî û belbeleyê derxin û daxuyanî wiha dom kir: “Mînaka li Şêxmeqsûd li ser hebûna derdorên behsa mijarê ku hebûna wan li dijî nirxên mirovahî ne xetere.ˮ

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê amade ne bersiva hemû êrîşan bidin û daxuyanî wiha bi dawî bû:” Soza ji bo parastina taxê û hemû pêkhateyên wê me daye em dubare dikin û em soz amade ne bersiva hemû êrîşên derve yên li ser taxê bêne meşandin bidin.ˮ