YPG: Êrîşên DAIŞ’ê, Koalîsyona Sûriyeyê û artêşa Tirk didomin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku di her fersendê de çeteyên DAIŞ’ê û artêşa Tirk êrîş dikin, lê hemû êrîşên wan ji aliyê şervanên YPG’ê ve tên şikandin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî da.

YPG’ê diyar kir ku 4’ê Cotmehê pişt nîvro çeteyên DAIŞê bi fuzeyan êrîş birin li ser gundê Ebû Tabat ê dikeve Rojhilatê Başûr a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.

4’ê Cotmehê saet 19.00’an de 2 wesayîtên çeteyên DAIŞ’ê a ku hewldida êrîşî çeperên hêzên me yên 24km dikevin Rojhilatê Şedadê bikin, li nêzî çeperên hêzên me de teqiyan. Piştî lêkolînan hate zanîn ku ev her 2 wesayît ji bo êrîşî qadên me bikin topên hawanan anîne û guleyên hawan di nav wan de teqiyaye. Hejmara kuştî û birîndarê çeteyan nehat zelal kirin.

Di daxuyaniya YPG’ê de ev ahagî hatin parvekirin: “5 û 7’ê Cotmehê di saetên cûda de çeteyên girêdayî Koalîsyona Sûriye ji çeperên xwe yên Ezazê bi çekên giran û topên hawanan pir caran êrîş birin li ser gundên Eyn Deqnê û Maranez a giredayî Efrînê.

6’ê Cotmehê piştî nîvro çeteyên DAIŞ’ê bi topên hawanan êrîş birin li ser çeperên hêzên me ya nêzî gundê Azawî ya giredayî Şedadê. Çeteyan ji heman şevê heta sibeha 7’ê Cotmehê herêma dikeve navbera gundê Ebû Fas û Şedadê jî bi topên hawanan û bi çekên giran topbaran kirin. Di van topbaranan de ji guleyên hawanên hatin avetin dûyek spî û bêhn nexweş derketiye. Êrîşê li dijî gundê Ebû Fas heman rojê piştî nîvro jî berdewam kir.

Roja 7’ê Cotmehê çeteyên DAIŞ’ê bi topên hawanan êrîş birin li derdora gundê Malha ya girêdayî Şedadê. Dîsa hewldan bi 2 wesayîtan êrîşî gundê Malha bikin. Ji ber tedbîrên ewlekariyê, çeteyan negihiştin armanca xwe û neçar man ji qadê birevin.

7’ê Cotmehê çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser xeta parastina hêzên me ya Rojhilatê Başûr a Bendava Tişrîn a girêdayî Kobanê.

8’ê Cotmehê di saetên êvarê de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên me yên nêzî gundê Ebû Tabat a dikeve Rojhilatê Başûr a bendava Tişrîn a girêdayî Kobanê.”

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK A LI DIJÎ XAKA FEDERASYONA ROJAVA-BAKURÊ SÛRIYEYÊ BERDEWAM DIKE.

YPG’ê destnîşan kir ku di çarçoveya van êrîşan de artêşa Tirk ji şeva 6’ê Cotmehê heta sibeha 7’ê Cotmehê bi çekên giran êrîş birin li ser gundên Koran û Girbenov ên dikevin Rojhilatê Kobanê.

YPG’ê wiha anî ziman: “ 8’ê Cotmehê saet d di erdora 09.00’an de çeteyên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê bi topên cûr be cûr êrîş birin li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Di êrîşa herêma Şara 20’an de yekser malên sivîlan hatin hedefkirin û di encama êrîşê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 4 sivîl jî birîndar bûn.”