YPG: Em ê tola fermandar Cindo rakin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê êrîşa li dijî fermandarê Zêrevanên Xabûr Dawid Cindo weke “Êrîşa li dijî jiyana hevbeş û biratiya pêkhateyan” bi nav kir û got ku wê ji kujeran hesab bipirsin.

Têkildarî qetilkirina Fermandarê Zêrevanên Xabûr Dawid Cindo ku di 22’yê Nîsanê de li ser rêya Dirbêsiyê û Serêkaniyê di encama êrîşekê de jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê wiha ye: “22’ê Nîsanê fermandarê Zêrevanên Xabûr Dawid Cindo di endam êrîşekê de şehîd bû û kesên pê re jî birîndar bûn. Em weke Fermandariya Giştî ya YPG’ê, Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan û Zêrevanên Xabûr êrîşê weke ‘êrîşa li dijî gelên biratiya hev dikin û li dijî jiyana hevbeş’, hesab dikin. Êrîş di dema ku gelê me yê Suryanî, Kildanî, Asûrî û hemû gelê Xiristyan qurbaniyên komkujiya ‘Seyfo’ bibîr dinanîn pêk hatiye. Êrîş di dema ku hêzên me li herêma Xabûr û bajarê Til Temri li dijî komên çete yên DAIŞ’ê serketinên mezin bi dest dixin û di encamê de bi dehan şervanên me yên qehreman jiyana xwe ji dest dane de, pêk hatiye.
Em ji hemû raya giştî re aşkera dikin ku em ê kujeran bêhesab nehêlin. Me komîteyek taybet ji bo lêkolîn û lêpirsînê ava kiriye da ku naveroka bûyerê û kujeran diyar bike, her wiha wan radestî edaletê bike. Em ê encamên lêkolîn û lêpirsînê piştî bi dawî bibin, aşkera bikin.ˮ