YPG’ê têkîldarî daxuyaniya duh a êrîşa artêşa Tirk daxuyaniyek nû da

YPG’ê ragihand ku di daxuyaniya duh (27’ê Îlonê) de hatibû gotin ku di êrîşa Arteşa Tirk a li dijî hemwelatiyên sivîl ên nêzî gundê Kuheyla ya giredayî Girê Spî de 9 sivîl hatine qetilkirin, lê pêdivî bi sererastkirina vê agahiyê heye.

Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel di berdewama daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev agahî parve kirin; “Di gulereşandina destpêkê ya arteşa Tirk de 4 hemwelatiyên me yên sivîl gihiştin şehadetê ku 2 ji van zarok in. 5 kesên din ku piştî gulereşandina arteşa Tirk xwe avetibûn erdê û xwe veşartibûn, îro ber bi siharê ve xwe gihandin hêzên ewlekariyê yên Rojava.” 

Her wiha YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê 27’ê Îlonê di saetên siharê de bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Qadriye ya dikeve başûrrojhilatê bendava Tişrînê ya giredayî Kobanê.