YPG’ê nasnameya 4 şervanan aşkera kir
Nasnameyên 4 şervanên YPG’ê ku yek ji wan endamê MLKP’ê ye û di Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatiye destpêkirin de jiyana xwe ji dest dane, hatin aşkerakirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê di malpera fermî ya YPG’ê de daxuyaniyek weşand û nasnameyên 4 têkoşeran aşkera kir. Daxuyanî wiha ye:
“Ev berxwedana bêhempa ya ku yekîneyên me ji bo parastina nirxên mirovahiyê bi felsefeyek xurt û azad dimeşînin, hişt ku dinya biheje.
Vê berxwedan û felsefeyê hişt ku ji hemû cîhanê gelek kesên wekî Ş. Serhed Bagok, Ş. Kemal, Ş. Avaşîn, Ş. Paramaz tevlî nava refên yekîneyên me bibin.
Endamekî din ê Partiya Marksîst Lenînîst Komûnîst (MLKP) Ekîn Înce Mihemed ê tevlî nava refên YPG’ê bibû û di eniyên şer de rolekî mezin lîst û bi qehremaniyeke mezin şehîd ket.
Di berxwedaniya yekîneyên me li Hesekê û Serêkaniyê jî 3 şervanên bi lehengî û qehremaniyeke mezin şer kirin û gihîştin asta şehadetê.
Rêhevalê me Reşo Qamişlo li gundê Ebu Şexat ku çeteyên DAIŞ’ê gelê sîvîl li hemberî hêzên ji xwe re kirbû mertal, di xilaskirina sivîlan de roleke mezin lîst. Di dema xilaskirina sivîlan de çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş pek anî û di encama teqînê de rêhevalê me Reşo Qamişlo gihîşt asta şehadetê.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soza şopdariya rêya şehîdan didin û sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Bedrettîn Akdenîz ê bi nasnav Ekîn Înce Memed. 25’ê Gulana 2015’an li herêma Serêkaniyê/Mebrûka jiyana xwe ji dest da.
Ednan Xelîl ê bi nasnav Dogan Babîl. 24’ê Gulana 2015’an, li Hesekê/gundê Xerîta jiyana xwe ji dest da.
Xelîl Xelîl ê bi nasnav Reşo Qamişlo, 24’ê Gulana 2015’an li Serêkaniyê/gundê Ebû Şexat jiyana xwe ji dest da.
Mihemed Gebrî yê bi nasnav Rênas Qamişlo, 24’ê Gulana 2015’an, li Hesekê/gundê Xerîta jiyana xwe ji dest da.