YPG’ê nasnameya 4 şervanan aşkera kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 4 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Cizîr û Kobanê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Navenda Çepemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. Daxuyaniya Navenda YPG’ê wiha ye:

“Roj bi roj em berdêlên pir giran û buha diyarî axa pîroz dikin, şervanên me bê teredût dijîn li hemû eniyan bi ruhekî berxwedêr li ber xwe didin têdikoşin, eger ne ev îrade ji pola be û felsefeya bi rûmet be em nedigihiştin asta îro, şervanên me dawî li zilm û neyaran anîn û hêviyên wan çeteyan hemû pûç û vala derxstin, çeteyên ku hemû hêz û taqeta xwe berê xwe dan Kurdan hemû têk çûn, êdî roj hatiye ew li ser axa me rojên xwe yê dawî bihejmêrin lewma bi hemû rêbazan êrîşan û planan li dar dixin.

Di van şerên dîrokî de yên mohra YPG û YPJ lê hatiye dayîn dîrok pêre nikara îxanetê bike, ji ber ku şerekî bi rûmet ê mirovatô ye, îro em çar hevriyên xwe tevlî karwanên şehîdan dikin her yek ji wan destanek bû li hemû qadan erkekî pêşeng dilîstin îro van hevalan bi fedayîtiya xwe gihiştin şehadetê

Em weke yekîneyên parastina gel û yekîneyên parastina jin sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin û ji malbatên şehîdan re,soza ku me daye gelê xwe em bi van şehîdan nû dikin întîqama me ji van şehîdan re wê bi serketina hemleyên me bin.”

Nasnemayên şehîdan wiha ne:

Mihemed Aslan ê bi nasnav Birûsk Amed li Amedê ji dayik bûye. Li Serêkaniyê/gundê Aliya 12’ê Gulana 2015’an jiyana xwe ji dest da.

Ebdulhenan Omer ê bi nasnav Baz Kobanê li Kobanê ji dayik bûye û sala 2014'an tevlî bûye. 20’ê Çileya 2015’an li Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Ezîz Esad ê bi nasnav Baran Amûdê li Amûdê ji dayik bûye û sala 2011’an tevlî bûye. Li Serêkaniyê/gundê Aliya 16’ê Gulana 2015’an jiyana xwe ji dest da.

Metîn Ceylan ê bi nasnav Tofan Gernas li Mêrdînê ji dayik bûye. Li Hesekê/gundê Eşra 8’ê Gulana 2015’an jiyana xwe ji dest da.