Yekîneyên Parastina Gel (YPG), 3’yemîn navenda serlêdanê li Kobanê bi merasîmekê vekir.
YPG ku wekî hêza parastina Rojavayê Kurdistanê birêxistinkirina xwe berfireh dike, ji bo ku alîkariya kesên dixwazin tevlî refên wan bibin, navendên serlêdanê vedike. YPG’ê piştî Efrîn û Dêrikê, li bajarê Kobanê jî “Navenda Serlêdanê ya Şehîd Xebat” bi merasîmekê vekir. Ji bilî rayedarên YPG’ê, malbatên şehîdan û gelek kesên din jî tevlî merasîmê bûn.
Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê YPG’ê axaftin hate kirin. Di axaftinê de, bal hat kişandin ku YPG erka parastina gelê Rojavayê Kurdistanê daye ser mile xwe û wê li hemberî hemû pilanên ku dijî gel, helwesta xwe nîşan bide. Di axaftinê de bang li hemû ciwanan hate kirin ku serî li van navendan bidin û tevlî refên YPG’ê bibin.
Piştî axaftinê navenda serlêdanê ji aliyê endamên malbata Şehîd Sadiq Kobanê û Şehîd şîlan Baqî ve hate vekirin.