YPG'ê dest bi operasyona 'Tolhildana Şehîdên Newrozê’ kir

Hêzên YPG/YPJ’ê li ser daxwaza gel li herêma di navbera Til Temir û Hesekê de, dest bi “Operasyona Tolhildana Şehîdên Newroza 2015’an” kirin. Di çarçoveya operasyonê de heta niha 3 gund û girek ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin.

Hêzên YPG/YPJ’ê li ser daxwaza gel li herêma di navbera Til Temir û Hesekê de, dest bi “Operasyona Tolhildana Şehîdên Newroza 2015’an” kirin. Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de heta niha 3 gund û girek ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin, hêzên YPG/YPJ’ê şevê din saet di 01.00’an de, li herêma di navbera Til Temir û Hesekê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek dan destpêkirin.

Di çarçoveya operasyona ku navê “Operasyona Tolhildana Şehîdên Newroza 2015’an û êrîşên li ser Hesekê” lê hatiye kirin de, li herêmê pevçûnên dijwar qewimîn.

Di operasyonê de heta niha gundên Nesret, Mehmud Kurd û Ezam, her wiha girekî girêdayî gundê Til Mecdel ku çeteyan ji wê derê êrîş dikirin, hatine rizgarkirin.

Her wiha derbeyên giran li çeteyan hatin xistin û gelek çete hatin kuştin: Lê ji ber ku operasyon û pevçûn dewam dike, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Balafirên Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê jî di operasyonê de nuqteyên çeteyan bombebaran kirin.