YPG’ê Civata Berfireh a Meclîsa Leşkerî li dar xist

YPG’ê Civata Berfireh a Meclîsa Leşkerî li dar xist

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Civata xwe ya Berfireh a Meclîsa Leşkerî li dar xist. Nûnerên Desteya Bilind a Kurd, serokên partiyan û ji Ereb û Sûryaniyan gelek nûner jî beşdarî Civata Berfireh a Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê bûn û peyamên girîng dan. Di civata YPG’ê de peyama hat dayin ku dê YPG hemû Kurd, Ereb, Suryanî, Xirîstiyan û gelên din ên li Rojavayê Kurdistanê dijî wê biparêze û ji bo Suriyeyek demokratîk têbikoşe. Her wiha biryara mezinkirina artêşa gel YPG’ê hate dayin.

Civata Berfireh a Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê li bajarê Dêrika Hemko ku ji hêzên rejîmê hatiye rizgarkirin hate li darxistin. Civata Berfireh a ku di 01.01.2013’an de dest pê kir, bi peyamên nûnerên Desteya Bilind a Kurd, serokên oartiyan û nûnerên Ereb û Sûryaniyan ve di 5’ê çileya 2013’an de bi dawî bû.

336 delegeyên ku ji qadên weke Dêrik, Dirbêsiyê, Qamişlo, Serêkaniyê, Amudê, Kobanî, Efrîn, Heleb, Bab û bajarên din ên YPG lê rêxistiye fermandar û xebatkarên YPG’ê beşdarî Civata Berfireh a pênc rojan berdewam kir, bûn.

Di salona civata Berfireh a Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê de wêneyên ku kesên di tekoşîna azadiya gele Kurd de jiyana xwe ji dest dane û yên şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê yên weke Rustem Cûdî, Şîlan (Meysa Bakî), Sadiq Kobanî, Xebat Dêrik, Şehîd Goran û şehîdên din ên YPG’ê hatin daliqandin. Her wiha pankartên li ser ‘YPG temînata azadiya Kurdan û xweseriya demokratik e’ û ‘YPG hêza sereke ya parastina nirxêm netewî ye’ hate daliqandin.

YPG VÎNA ME HEMÛ NETEWEYÊN LI ROJAVA YE

Civata Berfireh a Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû cangoriyên Kurdistanê û şehîdên YPG’ê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirina Civata Berfireh ji aliyê Fermandariya Giştî ya YPG’ê Sîpan Hemo ve hate kirin. Sîpan Hemo di axaftina xwe de diyar kir ku ew weke YPG’ê bi zor û zehmetiyên mezin gihîştine vê astê û vînek azad afirandine û axaftina xwe wiha domand;

“Ji sala 2004’an heta 2011’an me rêxistinek veşarî dida meşandin. Di sala 2011’an de me fermî îlana YPG’ê kir. Di nava vê pêvajoyê de me li hember rejîma faşist tekoşîn meşand û îradeya gelê Kurd ê Rojava rast me tevger kir. Ji bo vê yekê ji sala 2004’an heta roja îro me gelek şehîd jî dan. Armanca me ya sereke hemû gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê bêyu ku ferq û cûdahiyê bixin navbera gelê xwe yê Kurd û ne bi tenê Kurd ê Ereb, Suryanî, Xirîstiyan wan parastin û hemû ciwanên Rojavayê Kurdistanê xistina nava rêxistina xwe de. Hemû Kurdên Rojava û gelên din jî em dikarin di bin ala YPG’ê de biparêzin. Her wiha em weke artêşa YPG’ê ne bi tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê, ne bi tene ji bo Kurdan ji Suriyeyek demokratîk jî em tekoşînê dimeşînin. Ji îro û pêve jî em ê bi vî awayî tevbigerin.”

Piştî axaftina vekirinê dîwana ku civatê bi rê ve bibe ya ji 5 kesan pêk dihat hate hilbijartin. Her wiha madeyên rojevê yên ku civata berfireh li ser nîqaş bike hate diyarkirin.

Civata Berfireh bi madeya rojevê ya nirxandina rewşa siyasî ve berdewam kir. Di civatê de bal hate kişandin ser aloziya li Suriyeyê heye û tesbîta “divê YPG bibe teminata parastina gelê Rojava û ji bo Suriyeyek demokratîk tekoşînê bimeşîne” hate kirin. Her wiha berxwedana YPG ya li Heleb, Efrîn û Serêkaniyê weke mezinkirina destkeftiyên gelê Kurd hate nirxandin.

BIRYARA MEZINKIRINA ARTÊŞA GEL TÊ GIRTIN

Piştî nirxandina siyasî rojeva xebatên rêxistinî û nirxandina kar û barên bajaran ve civîna Civatê berdewam kir. Raporên hemû bajarên ku YPG xwe lê rêxistin kiriye hate xwendin û piştre li ser asta rêxistiniya YPG ya li bajaran, rêxistina YPG ya li bajaran divê çawa were xurtkirin, bûyîna artêşa gel û mijarên din ji aliyê delegeyan ve hate nirxandin. Di civata berfireh a YPG’ê ku bi rexne û rexnedayîneke xurt derbas bû de biryara xurtkirin û berfirehkirina artêşa YPG’ê hate girtin.

RÊZIKNAMEYA XWE ÇÊKIR

Her wiha di civata Berfireh a YPG’ê de ji bo bûyîna artêşeke nîzamî û hemû gelê li Rojavayê Kurdistanê hembêz bike û di nava xwe de bihewîne rêziknameyek hate amade kirin. Di rêziknameyê de biryara YPG girêdayî tu hêzeke siyasî nîne û li gorî biryarên Desteya Bilind wê tevbigere hate girtin. Her wiha di rêziknamê YPG armanca bi vê xalê pênase dike; “Di serî de gelê kurd ê Rojavayê Kurdistanê, bêyî ku cudahiya ol, ziman, netewe, zayend û partiyan bike di çarçoveya berjewendiyên demokratîk û netewî de, bi armanca azadiya hemû neteweyên Rojavayê Kurdistanê xwe bi rêxistin dike, li dijî her cure êrîşên derve û hundir parastina rewa wekî erkekê ibine. Lewre jî YPG hêzek parastinê ya netewî ye, girêdayî tu hêzek siyasî nîn e û di çarçoveya parastina berjewendiyên netewî de li gorî biryarên Desteya Bilind tevdigere.’

YPG ALA XWE GUHERT

Her wiha di Civatê de ji bo YPG hemû neteweyên li Rojavayê Kurdistanê di ala xwe de rêxistin bike û bibe artêşa hemû gelên li Rojava dijî, biryara guhertina ala xwe girt. Bi vê boneyê YPG ala xwe ya li ser zemîna sor stêrka zer guherand. Di derbarê alê de di Civata Berfireh de gelek nîqaş rû dan û 4 cûre al hate nîqaşkirin. Di encama van nîqaşên di Civata berfireh de hatiye kirin de ala ku li ser zemîna zer, stêrka sor û stêrka sor jî di nava xeta kesk de ye hate biryargirtin.

DÊ LI GORÎ PEYMANA CENEVRE TEVBIGERE

Her wiha di madeya rojevê ya biryaran de YPG di derbarê sazîbûnên YPG yên li bajarên Rojavayê Kurdistanê, perwerde, lojîstîk, ragihandin û sazîbûnên xwe yên din de biryar girtin. Her wiha YPG bi beşa rojeva biryaran de Hevpeymana Cenevre ya Şer pejirand û di civatê de hate diyar kirin ku YPG li gorî pîvanên şer ên navnetewî tevdigere û ji îro û pêve jî wê wiha tevbigere.

Di civata berfireh a Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê de sembol ji bo şehîdên YPG’ê hatin dayîn. Her wiha Hemze Xetîbê ku li Dera’yê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate kuştin jî ji aliyê civatê ve weke sembola zarokên şehîd ên Sûriyeyê hate qebulkirin.

Roja dawî ya Civata Berfireh a YPG’ê, Nunerên Desteya Bilind, Serokên Partiyan û nûnerên Ereb û Suryaniyan jî beşdarî Civatê bûn û di civatê de peyamên xwe dan.

Bi boneya hatina şandeyên mêvan ên ji bo civatê ji aliye YPG’yîyan ve merasîmek hate li darxistin. Bi sedan YPG’yî di merasîmê de amade bûn. Şandeyên mêvan ên hatin silav dan YPG’yîyan. Piştî merasîmê şande derbasî salona civîna Civata Berfireh a Meclîsa Leşkerî bû.

PEYAMÊN RÊXISTINAN

Di civatê de li ser navê Malbata Şehîd Xebat birayê wî, Berdevkê Desteya Bilind Ehmed Silêman, Hevserokê PYD Salih Muslîm, Serokê Partiya Çep Mihemedê Musê, Serokê Partiya Yekîtî Mehyedîn Şêx Alî, Serokê Meclîsa Gel Abdulselam Ahmed, Serokê Partiya Pêşverû Omer Cafer, ji Tevgera Lîberalên Kurdistan Kamîran Hisên, Partiya Çepên Demokrat Hisên Mihemed Seîd, Tevgera Ciwanên Kurd Ebdulmecîd, Tevgera Kurdistana Surî Kawa Melek, ji Saziya Malbatên Şehîdan Ebu Fener, Nûnerê Partiya yekîtiya Suryanan Evram Ýbrahîm, Serokê Partiya Komînîst a Kurdistanê Necim Mele Omer û Mele Mihemed axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate diyar kirin ku divê êdî gelê Kurd yekîtiya xwe pêk bîne. Her wiha di axaftinan de bal hate kişandin ser berxwedaniya YPG ya li Heleb, Efrîn û Serêkaniyê meşandiye û hate destnîşan kirin ku YPG hêza hemû netewên li Rojava dijî ye.

Piştî axaftinan civat bi dirûşimên “Bijî YPG”, “Şehîd namirin” ve bi dawî bû. Piştî civatê YPG’yîyan govend gerandin û şahî hate lidarxistin.