YPG'ê bîlançoya şerê meha Îlonê eşkere kir

YPG'ê diyar kir, di nava meha Îlonê de 81 çete hatine kuştin, 4 jî bi saxî hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, encamên şer û êrîşên komên çete û artêşa Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Êrîşên Artêşa Tirk: 26
Êrîşên çeteyên DAIŞ: 28
Êrîşên çeteyên Koalîsyona Sûrî: 18
Çalakî û operasyonên hêzên me: 5
Şer: 17
Çalakî, êrîş-operasyon û şerê encamên xwe nediyar in: 11
Hejmara çeteyên hatine kuştin: 81
Hejmara çeteyên bi saxî hatine girtin: 4

AMÛR Û ÇEKÊN DIJMIN ÊN HATINE RÛXANDIN

10 maşîneyên bombebarkirî, 2 maşîneyên leşkerî, 1 topa 57, 1 trêks

AMÛR Û ÇEKÊN DIJMIN ÊN HATINE DESTESERKIRIN

11 çekên Klêş, 2 BKC, 2 RPG, 2 doşka 12.5, 1 doşka 14.5, 2 maşîneyên leşkerî, 2 maşîneyên topa 57, 1 sîlahê SPG9, 10 bombeyên destan û 1 bêtêl

ŞEHÎDÊN ME

15 (2 endamên Asayîş, 3 şervanên Erka XweParastinê)
 
BILANÇOYA ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK
 
Di vê mehê de, Artêşa Tirkiyê 26 caran sînorên Rojava binpêkiriye û êrîş pêk aniye. Di van êrîşan de ziyanek mezin gihîştiye sivîlan.

-21 caran bi çekên giran
-3 caran balafirên keşfê yên bê-pîlot gerandiye
-2 caran bi maşîneyên zirxî sînor derbas kirin û ketin axa Rojava

Di encamê van êrîşan de 9 welatiyên sivîl şehîd û 61 welatiyên din birîndar bûne."