Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li ser êrîşa çekdarî ku komên çeteyan li Efrînê pêk anî, diyar kir ku heke ev çete teslîm nebin, ew ê li hemberî wan operasyona tunekirinê bidin destpêkirin û peyama, "Em nahêlin ku tu kom û komik ên ji hêzên derve piştgiriyê digirin, di bin navê azadiyê de bi pêşeroja gelê me bilîzin" da.
YPG'ê têkildarî êrîşa ku komên çete yên îro li herêma Efrînê li dijî mala Endamê Komîtiya Parastina Sivîl (asayîş) pêk anî û di encamê de 2 êrîşkar û endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG'ê beriya niha bi daxuyaniyekê aşkera kiriye ku ew hêzeke leşkerî ne û bêyî ku cudahiyê bêxin nava civakê, dê parastina gelê kurd bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gel vê daxuyaniya wan jî, ji bo ku ew destkeftî û nirxên kurdan biparêzin, hinek aliyên kurd ew guhdar nekirine, ew wekî hêza fermî qebûl nekirin û ev tişt hatin gotin: "Vê helwesta xemsar hinek rewşên şolî derxistin holê û rê li ber derketina komên çekdar û çeteyan vekir. Ev hêz jî bi ewlekariya gelê kurd dilîzin."
'EM TU HÊZÊN ÇEKDAR QEBÛL NAKIN'
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku YPG li derveyî kontrola xwe tu hêzên çekdar li herêma Kurdistanê qebûl nakin û wiha hat gotin: "Ev ji bo parastina ewlekariya civakê û pêşîlêgirtina şerê navxweyî girîng e. YPG ku ji hezaran keç û xortan pêk tê, li hemû bajarên Kurdistanê xwedî wê hêzê ye ku parastina gelê Kurdistanê bike."
'KOMÊN ÇETE NE'
Têkildarî koma çekdar a çete ku li Efrînê êrîşa çekdarî pêk anî, hate gotin ku koma êrîşkar çeteyek girêdayî îstîxbarata Tirk e û ji Selah Bedredîn talîmatan digire û wiha hat gotin: "Navê xwe kirine Boluka
Seladaînî Eyûbî, ev demeke li Gundê Celeme ya girêdayî Cindirêsê ya Efrînê êrîşî ser malên endamên asayîşê dikin û di encamê de hin welatparêzên kurd jiyana xwe ji dest dan. Ev koma hanê demeke li dijî welatparêzên kurd ên li herêma Efrînê dixebite. ji bo ku li herêmê fitne û fesadiyê derxîne di nava hewldanan de ye. Di vê çarçoveyê de gelê herêmê tehdît dike."
'EMÊ OPERASYONA TUNEKIRINÊ PÊK BÎNIN'
Di dawiya daxuyaniyê de bang li koma çeteyan hate kirin ku teslîm bibin û ev tişt hatin gotin: "Heke teslîm nebin, em ê hemleyek rewa li dijî wan bidin destpêkirin. Operasyona tunekirinê pêk bînin. Armanca me avakirina ewlekariya Rojavayê Kurdistanê ye û em nahêlin ku tu aliyên bi hêzên derve ve girêdayî, di bin navê azadiyê de bi pêşeroja gelê me bilîzin."
Di daxuyaniyê de bang li gel jî hate kirin ku van çeteyan û armanca wan baş zanibin, li dijî wan alîkariya YPG'ê bikin da ku pêşî li komên çeteyan bê girtin.
SALEH BEDREDÎN DI BIN KOTROLA TIRKIYEYÊ DE YE
Hate hînbûn ku ev komên çeteyan ên li Efrînê êrîş pêk anîn çek, pere û fermanê ji Tirikiyeyê digirin û girêdayî Selah Bedrettîn ku niha li Tirkiyiyê rudine ne. Heman çetan çend roj beriya niha jî, dîsa li Şêrawa êrîşî mala welatiyekê kiribû û di encamê de kesek birîndar bibû. Tê gotin ku Partiya Azadî jî piştgiriyê dide van çeteyan.
Selah Bedredîn Serokê Partiya Îttîhat Eşşam a li Rojavayê Kurdistanê bû. Piştre demekê çû Iraqê û di bin parastina rejîma Sedam de ma. Piştre jî demekê li Başurê Kurdistanê ma û herî dawî jî çû Tirkiyeyê.