Berdevkê çapemeniyê yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xebat Îbrahîm, diyar kir ku çalakiya wan a li Efrînê, tolhildana komkujiya Sêxmeqsud e. Îbrahîm, destnîsan kir ku ev di heman demê de ji bo rejîmê hişyarî ye û em ê tu êrîşan bê bersiv nehêlin.
Berdevkê çapemeniyê yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xebat Îbrahîm, derbarê çalakiya ku hêzên YPG'ê li Efrînê li dijî baregehên rejîma Suriyeyê pêk anî de, bi telefonê tevlî bernameya nûçeyan a Ronahî TV bû. Xebat Îbrahîm, diyar kir ku ev çalakî li hemberî komkujiya ku rejîmê li Taxa Helebê ya bajarê Helebê, li dijî kurdan pêk anî bû, çalakiya parastina rewane û bersivdayînê ye. Îbrahîm, destnîsan kir ku di çalakiyê de heta niha 3 leskerên Suriyeyê hatine kuştin, 80 çek hatine desteserkirin û pevçûn didome. Xebat Îbrahîm anî ziman ku heta niha tu windayiyên wan nîn in.
TU ÊRÎŞEK BÊ BERSIV NAMÎNE
Îbrahîm, got ku divê hemû kes zanibe ku xwîna welatiyek wan jî bê rijandin, ev yek bêbersiv namîne û ev tist gotin: "Ev îlankirina tolhildana şehîdan e. Her wiha hişyariya ji bo rejîmê ye. Tu êrîşek bê bersiv namînin."
Xebat Îbrahîm, destnîsan kir ku divê gelê Rojavayê Kurdistanê jî zanibe ku YPG wekî hêza parastinê, li hemû bajarên Kurdistanê ji bo parastina gelê xwe amade ye û tu êrîş bêbersiv namînin.
Îbrahîm, bal kişand ku ew li hemberî îhtîmala êrîşek muhtemel a Suriyeyê jî, li ku derê dibe, bila bibe, ew ê bersiv bidin.