Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya ji bo rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê di roja 12. de bi awayekî serketî dewam dike.
Navendê diyar kir ku duh bi şev li başûrrojhilat û başûrrojavayê Til Temirê operasyoneke hemwex hatiye lidarxistin û hat gotin, "Hêzên me yên ku bi 2 baskên cuda ve gundên di bin dagirkeriye çeteyên DAIŞ'ê de bûn kirin nav xwe û piştî pevçunên dijwar van gundên ku hedef girtibûn ji çeteyan paqijkirin."
6 GUNDÊN TIL TEMIRÊ HATIN RIZGARKIRIN
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê yên li başûrrojhilatê Til Temirê bi pêş ve diçe, gundên Um El Mesamîr Ereb, Um El Mesamîr Rojava û Heci Qedrî yên 6 km li başûrê Til Temirê ne rizgar kirine.
Navendê da zanîn ku hêzên YPG/YPJ'ê ji başûrrojavayê ve bi pêş ve çûn gundê Hiwêce yê 7 km li başûr e, gundê Til Hemamê yê 10 km li başûr e û gundê Um El Mesamîra Ekrad (Kurdan) ê ku 8 km li başûrê Til Temirê ye rizgar kirin. Hat ragihandin ku her du baskên operasyonê, li gundê Hiwêca gihiştin hev û bi vî awayî çeteyên ku li qadeke fireh xwe bi cih kiribûn hatine dorpêçirin.
26 ÇETE HATIN KUŞTIN, 2 ÇETE BI SAXÎ HATIN GIRTIN
Li gorî daxuyaniyê, di pevçûnên li van qadan de 23 çete hatine kuştin, hejmarek zêde jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêhevalekî me ku di serketine operasyonê de rolek girîng lîst û ji roja awil a pêngavê ve bi xwestek û vînekî mezin ve tedikoşiya bi lehengî şer kir û gihişt şehadetê."
Navendê da xuyakirin ku hêzên YPG/YPJ'ê duh piştî nîvro li gundê Til Hemam çalakiyek lidar xistin û di encamê de 3 çete hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di operasyonên li heman herêmê de 2 çete jî bi saxî hatine zevtkirin.