Artêşa Jinan YJA-Star ragihand ku, di êrîşek ya li dijî Girê Gomakê yê ser bi navçeya Şemzînan Colemêrgê de 2 leşker hatine kuştin.
Daxuyaniya ku Navenda Çapemeniya YJA-Starê dayî got; “Di roja 5’ê Îlonê demjimêr 13.30’an de gêrîlayên me yên YJA Starê li dijî Girê Gomak yê ser bi navçeya Şemzînan Colemêrgê ve çalakiyek li darxistine.”
YJA-Starê diyarkir ku, di encama çalakiyê de 2 leşker ji aliyê gêrîlayên ve hatine kuştin û wiha ragihand, “Di hemwext li dijî Tûgaya Şemzînanê çalakiyek cûda hatiye li darxistin. Di encama çalakiyê de di hinek avahiyên tûgayê de agir derketiye, hêjmara mirî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatine zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC ya dagirker herêma çalakiyê û derdorê wê bi hewan û obîsan topbaran kiriye.”