YJA Star: Îsyana jinên Kurd bi Hozan Mizgîn re veguheriye vînekê

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê Hozan Mizgîn bibîr anî û destnîşan kir ku îsyana mafdar a jinên Kurd a ku bi têkoşîna Hozan Mizgîn re veguheriye vînekê, êdî ti destdirêjî û êrîşê qebûl nake.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi munasebeta 23. salvegera ji destdayîna jiyanê ya Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) daxuyaniyek weşand û got, "Em meha Gulanê ya ku hema hema di nava her rojek xwe de şehadetên mezin hewandiye, bi germahiya şoreşa ku her diçe li her çar parçeyên Kurdistanê mezin dibe ve pêşwazî dikin. Em beriya her tiştî şehîdên meha Gulanê yên ku ev roj ji me re ronî kirine bi minetdariyek mezin bibîr tînin û em bi rêzdarî li beramber bîranîna wan bejna xwe ditewînin û soza xwe ya girêdana bi wan re careke din nû dikin."

Fermandariyê ragihand ku cangoriyên mezin ên bi ruh û rengê xwe li vê mehê dane, bûne sembola têkoşîna azadiyê û diyar kir ku ruhê şoreşê bi Denîz'an re ava bûye, bi Heqî'yan re partîbûyîn destpê kiriye, bi agirê Çaran re îxanet bi erdê re bûye yek û ev ruhê berxwedanê yê ku hatiye bidest xistin ala wê ji rêhevalek radestî rêhevala/ê din bûye û gihaye roja ya îro.

'HOZAN MIZGÎN BI DENG Û TÊKOŞÎNA XWE RE NÎŞAN DA KU GEL JIN DIKARE ŞER BIKE Û PÊŞEROJÊ AVA BIKE'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Rêheval Mizgîn a ku yek ji fermandarên artêşbûna jin e û bûye deng û henaseya rast a gelê me. Ya ku azweriya xwe ya jiyanê di ruhê xwe de bi ziraviya hunermendekê ve gav bi gav di çiyayên Kurdistanê de belav kiriye, ev ala berxwedanê zû hilda. Rêheval Mizgîn a ku polîtîkayên komkujî, qirkirin û înkar kirinê yên li dijî gel û jinan dîtiye, weke dayik û jineke Kurd êşa vê ji kûrahiyan ve jiyaye. Ev êşên ku hatine kişandin hişyarbûn û hesasbûna wê ya hunerî pêş xistiye û bi dengê xwe yê zelal ve îsbat kiriye ku ev ne qedereke. Di wan serdemên zor de tevahî jiberkirinên ku ji jinê re hatine teşe kirin xera kiriye û cihê xwe di nava refên têkoşînê de girtiye. Weke Kurdekê li hember înkarê sekinandin, weke jinekê li dijî her awayî hişmendiya mêrê desthiladar serîhildan û weke dayikekê bi berpirsyarî û zanebûna pêşerojeke ronîkirî ve tevlê jiyana tekoşînê bûye, bi disiplîn, cidiyet û bi coşa afirandinê re hema hema di tevahî qadên têkoşînê de xebat daye meşandin. Rêheval Mizgîn a ku bi dengê xwe yê nuneriya heqîqetê dikir, weke hozanekê di dilê gelê xwe de cih girtiye, bi nasnama xwe ya hunerî ve jî tevahî ramanên paşverû ji holê rakiriye. Ji her kesî re nîşan da ku hunera herî rast di hewldana afrandina jiyanê de veşartiye. Bi vî rengî bi bêrîkirinek mezin hat çiyayên Kurdistanê û gerîlabûyîneke pêşeng di xwe de ava kir. Warê wê yê hunerî yê ku dixwaze jiyanê xweşik bike, bi îsyana xwe ya ku paşde mayînê qebûl nake re bûye pêşeng. Ev jî hişt ku di nava refên gerîla de di demek kurt de fermandarbûnê di xwe de biafirîne. Em dev ji şer kirina di çiyan de berdin, di nava şert û mercên ku ji malê derketin jî pir zor bû, şehît Mizgîn di vê wateyê de gelek destpêk di şexsê xwe de pêk aniye û deriyên ku ji bo jinên Kurd girtîbûn bi vê têkoşîna xwe ve vekiriye. Rêheval Mizgîn a ku di demek kurt de giha asta ku fermandariya qada Garzanê hilde ser milê xwe, bi vê sekna xwe ve bingehên artêşbûna jinê ava kiriye. Rêheval Mizgîn bi deng, têkoşîn û şerê xwe ve îsbat kir ku jin dikare şer bike, xwe biparêze û xwedî li pêşeroja xwe derbikeve.

'HOZAN MIZGÎN ÎSYANA MAFDAR A JINÊN KURD VEGUHERANDIYE VÎNEKÊ'

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê da xuyakirin ku Hozan Mizgîn a ku îsyana mafdar a jinên Kurd ên ku ti carî zilm û zordarî qebûl nekirine bi fermandarbûna xwe ve di nava refên gerîla de veguherandiye vînekê, ev ruh ji rastiya dîrokî ya Besê û Zarîfe'yan girtiye. 

Fermandariyê ragihandin ku di vê wateyê de kevneşopiya berxwedanê ya ku di 12'ê Gulana 1974'an de di şexsê Leyla Qasim a ku tife rûyê celadên rejîma Baasê dike û dibêje; "Mirina min, wê bibe şiyarbûna bi hezaran Kurdan" derdikeve holê û got, " Ev berxwedana ku bilindbûye, di 11'ê Gulana 1992'an de di bin fermandariya rêheval Mizgîn de gihaye asteke ku  nema têk diçe û dest bi artêşbûn û bi destxistina hebûna xwe kiriye. Ev ruh îro di 9'ê Gulanê de bi berxwedana ku Şîrîn Elemhûlî di zîndana Evîn de raber kiriye re belav bûye, bi Amara û Ûta'yan re gerdûnî bûye, di Kerkûk, Şengal û di tevahî kantonên Rojava de bi veguherandina ruhekî ku bin nakeve re belavî tevahî cîhanê bûye, bûye hêvî."

'JINÊN KURD GIHAŞTINE WÊ ASTÊ KU TI DESTDIRÊJÎ ÊRÎŞÊ QEBÛL NAKIN'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îro di şexsê hêzên parastina jinê yên mîna YJA STAR, YPJ, HPJ û YPJ-Şengal de ev rastî xwe ji tevahiya cîhanê re îsbat kiriye û hat gotin ku eger ev gihaye serketineke ku nayê înkar kirin ev di şexsê Mizgîn de bi fedekarî û keda tevahî fermandarên pêşeng pêk hatiye. 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di peyama xwe de ev xal destnîşan kir: "Îro bi saya vê fedekarî û têkoşînê de êdî jinên Kurd gihane wê astê ku ti destdirêjî û êrîşa ku li dijî ruh û bedena wan tê kirin qebûl nakin. Êdî qêrîna vê di zindanan de, di çiya û kolanan de, li her derê bi rengek vekirî deng vedide. Jina Kurd ji tevahî cîhanê re nîşan da ku ji bo xwe biparêze wê her tiştî bide berçav. Di van rojên ku em şehîdên Gulanê bibîr tînin de di bajarê Mahabad ê kevnar de jin û gelê me yê ku bersiv dide êrîşa hovane ya ku li dijî Ferînaz Xosrewanî pêk hatiye, asta ku ev zanistî gihayê dide nîşandan. Di vê wateyê de Em bang li tevahî jinan dikin ku li hember hovîtiya ku tê meşandin bi ruhê Leyla Qasim, Mizgîn û Şîrînan ve bersiv bidin da ku dengê xwe yê mafdar veguherînin têkoşîneke rêxistinbûyî.

'BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ'

Di vê bingehê de em weke hevalên çekê ên Hozan Mizgîn, fermandara me ya pêşeng û ruhê me yê berxwedêr, di şexsê rêheval Mizgîn de em di serî de Leyla Qasim, Şîrîn Elemhûlî, Amara û Ûta di şexsê wan de jî tevahî şehîdên şoreşê bi minet û rêzdarî bibîrtînin. Em soz didin ku em ê bi hesasiyet û ziraviya hunerî ya şehîd Mizgîn a ku dengê azadî û heqîqetê ye biçin ser karê xwe, emê têkoşîna şoreşê bi vê hesasiyetê ve pêş bixin û em ê rêya ku wan destpê kiriye bi serketinê bidawî bikin. Di vê bingehê em bang li tevahî jinan dikin ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê yên ku dengê azadiyê lê deng vedaye da ku têkoşîna azadiyê bilind bikin û xwedî li pêşeroja xwe derbikevin."