YJA STAR’ê li Şaxê çalakî pêkanî

YJA STAR’ê li Şaxê çalakî pêkanî

Gêrîlayên YJA STAR’ê li navçeya Şaxê ya Wanê li xwaringeh û çeperên Qereqola Tingê da.

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniya YJA STAR’ê, di 27’ê Îlonê de di demjimêr 18.20’an de gêrîlayên YJA STAR’ê li dijî çeper û xwaringeha qereqola Tingê ya li navçeya Şaxa Wanê çalayek pêkanî.

YJA STAR’ê ragihand ku, di encama çalakiyê de şewat derket lê belê di derbarê hêjmara mirî û birîndaran de agahiyên zelal nehatine girtin. Piştî çalakiyê herêm ji aliyê hewan û obîsan ve hate bombebaran kirin.