YJA STAR’ê li Elkê li avahiya tîmên taybet xist

YJA STAR’ê li Elkê li avahiya tîmên taybet xist

Duh şev piştî pevçûna dijwar ya li navçeya Elkê ya Şirnexê, gêrîlayên YJA STAR’ê li dijî avahiya tîmên tevgera taybet ya li navçeyê çalakiyek li darxistin.

Navenda Çapemeniya YJA STAR’ê did erbarê pevçûnên duh şev yên li navçeya Elkê ya ser bi Şirnexê ve agahî dan. Di daxuyaniya nivîskî re de ragihand ku, avahiya tevgera tîmên taybet hedef hatiye girtin. YJA STAR’ê ragihand ku, “ Gêrîlayên me yên YJA Starê di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda de, roja 13’ê Îlonê di demjimêr 21.40’an de li dijî avahiya tîmên tevgera taybet yên li navçeya Elkê ya Şirnexê çalakiyek li darxistine. Hemû hedef bi awayek bandor hatine lêdan, di dawiya çalakiyê de hêjmara mirî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatine zelal kirin.”