Gerîlaya YJA Star’ê Rêvan Zîlan a ku di sala 2014’an de ji Îmam Hatîp beşdarê refên gerîla bû got; "Bila baş were zanîn ku pergala Îmam Hatîp û YÎBO ruhê ciwanan qirêj dike. Ji bo vê pêwîste ciwan li rastiya xwe vegerin."
GULAN AVRÊL / ANF
BEHDÎNAN
yekşem, 10 gulanê 2015, 10:17
Gerîlaya YJA Star’ê Rêvan Zîlan a ku di sala 2014’an de ji Îmam Hatîp beşdarê refên gerîla bûye li ser pergala Îmam Hatîp û YÎBO axivî û got; "Bila baş were zanîn ku pergala Îmam Hatîp û YÎBO ruhê ciwanan qirêj dike. Ji bo vê pêwîste ciwan li rastiya xwe vegerin."
KAPÎTALÎZM PERWERDEYÊ WEKE ÇEKEKÊ LI HEMBERÎ CIVAKAN BIKAR TÎNE
Gerîlaya YJA Star Rêvan Zîlan a ku salên demdirêj di dibistana Îmam Hatîp û YÎBO de maye, rastî û armanca perwerdeyê vegot û bal kişand ser van xalan; "Yek ji pirsgirêkên civakê yên herî bingehîn jî pirsgirêka perwerdeyê ye. Şaristaniya kapîtalîzm perwerde weke çek li hember civakan bikar tîne. Çawa ku her tişt xistiye bin yekdestiya xwe û li hember civakan bikar tîne, bi rêya perwerdekirina ciwan û zarokan jî, perwerde xistiye bin yekdestiya xwe. Bi rêya vê perwerdeyê jî mirovan ji bo xwe kedî dike û terbiye dike."
DEMA MIN ŞEVA ÇARAN XWEND
Rêvan Zîlan di heman demê de bal kişand ser şêwaz û rêbazên pergala ku di van dibistanan de li hember ciwan û zarokan tê bikaranîn. Zîlan wiha gotinên xwe berdewam kir; “Pergala YÎBO pergaleke ewqasî hişk bû ku her tim li ser mirovan şêwazên xwe yên tirs û çewisandinê dida meşandin. Di şêwazê mamosteyan de şêwazê tewisandinê hebû. Ji bo vê jî di dibistanên pergala baviksalarî de mirovên xwedî îrade nayên afirandin. Berevajî wê kesayetiyên tirsonek, bê îrade û ji xwe bê bawer derdikevin. Ji ber wê dema min pirtûka bi navê 'Dörtlerin gecesi', ango 'Şeva Çaran' xwend tevahî şêwazên ku di dibistanên YÎBO û Îmam Hatîp de tên bikaranîn yek bi yek hatin berçavên min. Ew dem min fêm kir ku pergala girtîgehê û ya dibistanê gelek dişibin hev."
ŞÊWAZÊ WAN DIŞIBE ŞÊWAZÊ HASAN SABAH
Zîlan di nava gotinên xwe de balê dikşîne ser mijarên gelek girîng. Gerîla Zîlan dibêje gava min pirtûka bi navê “Alamut” xwend ew dem yek ser di mejiyê min de ev gotin serwer bû; şêwazê wan dişibe şêwazê Hasan Sabah. Rêvan Zîlan gotinên xwe bi vî awayî berdewam kir; "Şêwazê tirsê li ser me gelek bikar dianîn. Cardin mirin û dojeh-bihuşt her tim di rojevên me de bûn. Gava me tiştên ku wan digot pêk nedianî her tim ji me re digotin; Em ê we ji dibistanê bavêjin. Gava wisa digotin em ditirsiyan, ji ber ku em ji malbatên xwe jî ditirsiyan. Ji bo ku em ji dibistanê neyên avêtin û gava em mirin jî em neçin dojehê neşewitin, wan çi digotin me digot raste û me pêk dianî." Gerîla Zîlan da xuyakirin, çawa ku her tişt berevajî dikirin, misilmantî jî berevajî dikirin û li hember wan bikar dianîn. Ango baweriya mirovan jî ji bo berjewendiyên xwe bikar dianîn.
CÎNSÊ ME LI BER ÇAVÊN ME REŞ DIKIRIN
Gerîlaya YJA Starê Rêvan Zîlan destnîşan kir ku, piranî nîqaşê wan li ser reş kirina jinan bû. Ango di nava me de dijminatî ava dikirin. Zîlan bi van gotinên xwe rastiya rêbazên wan vegot; "Ez li vir ketim wê zanebûnê de ku me ji bo civaka xwe amade dikirin. Ji xwe digotin; 'Jin pêwîste nixumandî û zilaman xera neke. Gava zewîcîn divê her tim di bin emrê zilamên xwe de bin, her wiha divê hûn li hember zilamên xwe serê xwe bitewînin.' Nêrîn û gotinên wan ewqasî di mejiyê me de bicih dibûn ku gava me jinên por vekirî, yên ku li hember zilamên xwe dirabûn didît, ew dem em gelek ji wan aciz dibûn." Gerîla Zîlan di berdewamiya axaftinê xwe de anî ziman ku, ew ne di wê ferqê de bûn ku çiqasî hatine tinekirin û got; "Me ewqasî bê îrade kiribûn ku, her tiştê me di destê wan de bû. Cardin ewqasî jin biçûk dikirin ku di kesayetiya me de li hember xwe bawer bûyîn nîn bû. Çawa ku jin biçûk dixistin, di heman demê de bi hebûna me re, civaka me re û nasnameya me re jî heqaret dikirin. Ruh û mejiyê mirovan ditevizînin."
'EGER CIWAN XWE ZANA NEKIN WÊ HER TIM WERIN BIKARANÎN'
Rêvan Zîlan di berdewamiya axaftinên xwe de wiha got; “Ez ketim wê zanebûnê de ku dibistanên pergala baviksalarî ciwanan dike koleyê koleyan. Potansiyelê ku di ciwanan de heye her tim ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. Ji xwe pergala xwe jî bi rêya ciwanan domdarî dike. Eger ku ciwan xwe zanist nekin wê hertim werin bikaranîn."
Gerîla Zîlan tevlîbûna xwe ya nava PKK’ê weke bextewariyekê nirxand û bang li tevahî ciwanan kir ku bila xwe zana bikin, neyên leyîstokên pergala desthiladar a ku ciwanan bê vîn dike. Zîlan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; "Di wê pergala sextekar de jin tê tinekirin lê, di nava tevgera azadiya Kurd de jin bilind dibe û dibe xwedî vîn û nasname. Ji bo vê jî ez miroveke gelek bextewarim ku min xwe ji wê qirêjiyê xilas kiriye û tevlî nava refên gerîla bûme. Ez di nava PKK’ê de bi hebûna xwe hesiyam û min ji xwe re got; 'ez jî heme'. Ji ber wê, ez bangî tevahî ciwanan dikim; bila tevahî ciwan baş bizanin ku di nava wê pergala qirêj de mirov ne aîdê xwe ye. Bi taybetî jî keçên ciwan, bila baş bizanin ku xwebûyîn di nava PKK’ê de ye. Bila tevahî ciwan li xwe vegerin û bi rastiya xwe re rû bi rû werin. Em ji bîrnekin ku pergala baviksalarî her tim me li hember nirxên me weke maşik bikar tîne. Di nava dibistanên Îmam Hatîp û YÎBO de ti pêşeroja ciwanan nîne. Di vê bingehê de ez weke jineke ciwan cardin bang li tevahî ciwanan dikim ku li hember leyîstok û polîtîkayên dewletê yên ku bi rêya van dibistanan tên meşandin hişyar bin û ji bo pêşerojek azad, xwe di her warî de zana bikin."