Hewldana 78’an ji Komîsyona Lêgerîna Rastiyên Zîndana Amedê û Edaletê xwest ku Girtîgeha Leşkerî ya bi Jimareya 5 a Amedê ku bibe “Muzeya Mafê Mirovan” û bi vê boneyê dê îro li Qada Îstatyonê ya Amedê mitîngek li dar bixin.
Hewldana 78’an ji bo beşdarbûna mirtînga ku dê îro li dar bixin, bang kir. BDP û ESP’ê jî bi daxuyaniyên da piştgirî dan mitîngê û banga beşdarbûnê kir.
Dayîka Cemal Arat, Sakîne Arat, di daxuyaniya duh de banga beşdarbûnê li her kesê kir û diyar kir ku wana li ber deriyê Zîndana Amedê gelek êş kişandine. Arat got; “Me li derve, zarokên me li hundir êş kişandin.Bila dewlet vê daxwaza me bîne cih.”
Xwîşka yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan, Arîfe Dogan jî banga beşdarbûnê kir û got; “Gelê me ewladên xwe yên herî hêja li vir wenda kir. Hema bêje ev dîwar bi xwîna ewladên gelê me hatin boyaxkirin. Li derve jî û hundir jî malbatan gelek êş kişand.”