Yekîneyên taybet li Qereqola Harûna bicih kirin

Yekîneyên taybet li Qereqola Harûna bicih kirin

Piştî pevçûna li Qereqola Harûna ya di navbera Gever û Şemînan de hate ragihandin ku, yekîneyên taybet û cerdevan lê hatine bicihkirin. Li qereqolê ji ber êrîşekî duwemîn gelek çekên giran lê hatin bicihkirin. Pevçûnên li Gever û Şemzînan jî berdewam dikin.

Hate îdîakirin ku, piştî di 14'ê îlonê de li dijî Qereqola Harûna êrîş pêk hat, gelek yekîneyên taybet û cerdevan li qereqolê hatin bicihkirin. Li gorî agahiyan herêmê hatine girtin, qereqol bi telên ceyranê hatin dorpêçkirin û çekên giran hatin bicihkirin. Li qereqolê gelek topên hewan û tank hatin bicihkirin. Hate îdîakirin ku, dê rojên bê topê obîs yên menzîla wan 40 kîlometre lê bên bicihkirin.

LI SER CERDEVANA ZEXTÊN ‘DERKEVIN OPERASYONA’

Hate hînbûn ku, cerdevan bi zorê li qereqolê hatine bicihkirin. Tê gotin ku, derheqê cerdevanên naçin qereqolê de girdek tê girtin. Hate îdîakirin ku, ji Qampa Dîh ya ku 400 cerdevanê wê hene 50 cerdevan ji qerqolê re hatin xwestin lê qampê ji qereqolê re cerdevan neşandin, li ser vê yekê derheqê cerdevanan de girdek hate girtin û dê mehaneyên wan bibirin. Li gorî agahiyên ji cerdevanên qampê hate girtin hate diyarkirin ku, cerdevan bi zorê jî be tevlî pevçûnên di 23'ê tîrmehê de dest pêkirin dibin, lê nêzî mehekêye tevlîbûna operasyonan red kirine. Hate zanîn ku, Qereqola Harûna ya ku gûmana êrîşa duwemîn ya gêrîlayên HPG’ê dijî, cerdevanên Qampa Bayî, gundên Durê, Harûna û Gulakê birin. Li aliyê din ajokarê kamyona Isuzu ya di pevçûnê de hate bikaranîn hate binçavkirin û wesayît li ber qereqolê tê girtin.

LI ŞEMZÎNANÊ PEVÇÛN BERDEWAM DIKIN

Li herêmaê Rûbarok û Şemzînan jî pevçûn berdewam dikin. Li gorî agahiyan duh li gundên Nehrî, Gerget, Bêgerti û Ewliya û Geliyê Yîgîtlerê di navbera gêrîla û leşkeran de pevçûn derket. Hate hînbûn ku, di dema pevçûnan de herêm hate bombebarankirin û li 7 noqteyan şewatê destpê kir. Herêm hêj di bin kontrola gêrîlayan de ye.

2 TÎMÊN TAYBET BIRÎNDAR BÛN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, şevê din li navçeya Geverê ya Colemêrgê li hemberî nokteya polîsan, gêrîlayên HPG’ê êrîş pêk anî û di encama êrîşê de 2 tîmên taybet birîndar bûn. Li gorî agahiyên ji welatiyên nêzî nokteya polîsan rûdinin hatin girtin, piştî çalakiyê 3 ambûlans hatin cihê bûyerê û 2 tîmên taybet li ambûlansan siwar kirin. Nehate zanîn ku, tîmên taybet birin ku derê.

Hate hînbûn ku riya Oremar û Doskê jî şevê din ji aliyê gêrîlayan ve hate girtin û kontrola rê pêk anîn.