Yekîneyên Antî Teror pêşî li komkujiyekê girtin
Çeteyên DAIŞ’ê xwestin bi du kamyonên mezin (TIR) ên bombebarkirî êrîş bikin. Kamyonek ji aliyê yekîneyên Antî Terorê ve hate bêbandorkirin. Yek jî di nava gund de hate teqandin
Çeteyên DAIŞ’ê xwestin bi du kamyonên mezin (TIR) ên bombebarkirî êrîş bikin. Kamyonek ji aliyê yekîneyên Antî Terorê ve hate bêbandorkirin. Yek jî di nava gund de hate teqandin
Çeteyên DAIŞ’ê xwestin bi du kamyonên mezin (TIR) ên bombebarkirî êrîş bikin. Kamyonek ji aliyê yekîneyên Antî Terorê ve hate bêbandorkirin. Yek jî di nava gund de hate teqandin. Di encamê de 2 endamên Antî Terorê jiyana xwe ji dest dan, ji sivîlan jî birîndar hene.
Çeteyên DAIŞ’ê ku li hemberî Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo derbeyên mezin dixwin û têk diçin, serî li hewldanên komkujiyan ên li hemberî gelê sîvîl didin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandine, çeteyan ji aliyê gundê Alya ve saet derdora 17.00’an de bi kamyonên mezin (TIR) ên bombebarkirî xwestin ber bi aliyê Serêkaniyê ve werin û êrîş bikin.
YEKÎNEYÊN ANTÎ TERORÊ FEDAÎTÎ KIRIN
Li ser agahiyek ku wê çete bi kamyonên bombebarkirî êrîşî gel bikin, yekîneyên Antî Terorê, li nêzî gundê Kuxa Um El-Dibis bend çêkirin û hewl dan ku nehêlin çete xwe bigihînin cihên sîvîlan. Yekîneyên Antî Terorê ji kamyonên bombebarkirî yek teqandin û bêbandor kirin. Lê nekarîn kamyona duyemîn asteng bikin û li nêzî gundê El Dibis teqiya.
Di encama teqîna kamyona ku endamên yekîneya Antî Terorê bi fedaîtî hewl dan ku asteng bikin, 2 endamên yekîneya Antî Terorê jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû. Her wiha ji gelê sîvîl jî gelek kes birîndar bûn. Ji ber teqînê di avahiyên gund de jî ziyana maddî pêk hat.
Birîndar rakirin nexweşxaneya li Serêkaniyê.