‘Yek ji zarokê herî xweşik ê Kurdistan’

"Ji bo zarokên herî xweşik ên vî welatî zû bi mirinê re rûbirû neyên, em ê bi înad pêla şoreşê, pêla berxwedanê li herî jor ku em ê bilind bikin, di şexsê de em soza wê careke din didin hemû hevrêyan."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî cangoriyên Kurdistan di nirxandineke xwe de wiha dibêje: “Şehîdbûn ji bo me jî dibe ku rastiyeke du gav li pêşiya me em bigihêjinê. Dibe ku piştî demeke dirêj jî bibe. Lê maneya hemûyan jî wiha ye. Em li vir li şûna êdî kêmasî û besîtiyên xwe bibînin, serê xwe bitewînin, bigirîn û xerabiyê li xwe bikin, hewce ye em nirxên xwe yên mezin, yanî şehîdên xwe wer bibînin. Ew bangên şer in. Rastî bi xwe ne. Dîsa nirxên ku hewce ye her kes tevlî bibin û bigihêjinê.” 

Ma tu dizanî bê bêrîkirin çi ye?

Zarokê qehreman

Ê xwedî kenê hîvê

Rûtav

Çavbrûsk

Ma tu dizanî

Dema bîranînên te diherikin dilê min

Li qefesa dilê min dide

Zimanê nagire û nikare bêje 

Çima tu nînî. 

Ji ber 

Hebûna te ji bo jiyanê ye

Jiyan jî di mirinê re derbas dibe

Lê ma tê çawa bikî

Dilekî bêçare ye yê me

Nikare hesretê rake û

Bêrîkirinê hilbijêre

Gerîlayê PKK’ê Dilşad Sumbul (Yakûp Çîftçî ) dema ber bi herêma Botanê ve dikeve rê wiha dibêje: “Navê min Dilşad e. Ez ji Colemêgê me. Sala 2002’yan tevlî bûm. Ez niha jî diçim Botanê. Ez serketinê ji hevalan re dixwazim.” 

Hevalekî têkoşînê yê gerîla Dilşad ku pêre maye wer behsa wî dike: 

“Colemêrg di pêvajoya şoreşa Kurdistanê de, bi welatparêziyeke mezin derket holê. Di vê çarçoveyê de nirxên mezin ku tevlî şoreşê dike, cihê xwe yê di şoreşa Kurdistanê de hê xurttir dike.  

Sal 2002. Hevrê Dilşad wê derkeve çiyayên azadiyê. Wê destpêkê perwerdeya şervanên nû bibîne. Di nav me de perwerdeya şervanên nû ne tenê leşkerî yan jî têkildarî şer e. Di nav me de perwerdeya şervanên nû destpêkê xwe li ser esasên roniya îdeolojîk ji nû ve afirandin e. Hevrê Dilşad wê serketina wê di xwe de esas bigire. 

Piştî demekê li tabûrên pratîk bimîne wê derbasî herêma Heftanîn a hê aktîftir e bibe. Wê demeke dirêj li wir bimîne û bi awayekî çalak tevlî gelek xebatan bibe. Destpêkê wê yek ji karên herî zehmet kûryetiyê bike. Du salan ku wê di van xebatan de cih bigire û şûnde wê derbasî herêma Colemergê bibe. Pratîka wî ya yekemîn qada Geliyê Marînos a girêdayî Colemêrgê ye. Ji ber ev qad cihê ku lê hatibû dinyayê û mezin bibû, pir kêfa Dilşad dihat. 

Bi hatina biharê re bi hêzên Colemêrgê re derdikeve pratîkê. Rojên hesabpirsînê ne. Colemêrg zozan in. Dijmin zû ketiye nav tevgerê. Hevrêyên ku vê rewşê ferq dikin, dijminê derketiye  eraziyê kirine navbera xwe û bi bandor lê didin. Hevrê Dilşad di vê çalakiyê de cihê xwe digire û xwedî ruhekî çawa yê êrîşê ye nîşanî hemû hevrêyên xwe dike. Heval di vê çalakiyê de dest datînin ser 4 çek, dûrbîneke şevê û çar çenteyan. Ya rastî ev çalakî ji bo heval Dilşad dibe mîladek. Hevrê Dilşad ê piştî vê çalakiyê ji BKC’ê hez dike dê wê jî rake. Hezkirina wî ya BKC’ê cuda bû. 

Hevalekî çavşîn û kej bû. Ji ber vê hevrêyên wî jêre digotin, ‘Şîno’ û bi wî navî bang lê dikirin.  

Di nav gerîla de leqeb zêde nayên teswîpkirin. Eger hebe jî bi awayekî mirov rencîde neke, neşikîne destûr tê dayîn ku ev jî li gelek deveran nayê qebûlkirin. Ji ber mirov hatine şoreşê. Şoreş jî karekî pir cidî ye. Wê demê hewce ye mirov hemû karan di nav cidiyetekê de bigire dest û wer bê meşandin. Şoreşger timî li ser şêwazên têkiliyên wer disekinin; lê ji hevalekî şîrîn weke Dilşad re ku me digot: ‘Şîno’. Kes li hember derneketibû. Ew êdî bibû Şînoyê me. 

Hevrê Dilşad êdî her diçû di nav pratîkê de pêş diket. Di aliyê fizîkî de ne kêm bû. Lewma wê ji ber vê performansa xwe tevlî ‘Taximê Firtone’ biba. 

Fonksiyona ‘Taximê Firtone’ ew bû ku li eraziyan bigere û li ku derê hêzeke dijmin bibîne biçe ser, lê bide. Yanî wezîfeya esasî ya taximên firtone çalakî bûn. 

Heval li eraziyê yekîneyeke dijmin dibînin. Di demeke kurt de zelal dikin ku ev ‘Tîma Xencer’ a dijmin e. 

‘Tîma Xencer’ rêxistineke JÎTEM’ê ye. Yanî hêzên taybet in ên kontratiyê dikin. Ji kesên herî ketî, û hatine ajankirin tên hilbijartin. Yek jî pêkhateyeke ku ji leşkerên herî har ên faşîst ên dijmin pêk tê. 

Hêza Colemêrgê ya Hevrê Dilşad jî di nav de vê tîmê dişopînin, û paşê jî kemîneke berfireh diavêjin pêşiya wan. Kemîn baş hatiye amadekirin. Di kemînê de 17 kontra tên kuştin. Heval 14 çek, termalekê, 14 çente û hwd. kelûpelan desteser dikin. Ji ber çalakî baş hatiye rêxistinkirin, encama wê jî pir xurt e. Bi vê çalakiyê re heman demê peyamek baş ji yekîneyên kontra re tê dayîn. Ev yekîneyên kontra êdî nikarin derkevin eraziyê. 

Di vê kemîn û çalakiya berfireh de, hevrê Dilşad ji ber bêbaldariyê yan jî guleyeke kor şehîd dikeve. Di vê çalakiyê de tenê hevalê me Dilşad birîndar dibe û şehîd dikeve. Dema birîndar bû gotibû, ‘Min di destê dijmin de nehêlin.’ Piştî vê gotinê tevlî karwanê şehîdan bû. Bêguman hevalan cenazeyê wî di destê dijmin de nehişt. 

Hevalekî di jiyanê de mînak bû. Bi sekn û çalakiya xwe tevlî karwanê kesên jiyana azad a rastî diafirînin bû. 

Belê, zarokên herî xweşik ên vî welatî timî zû bi mirinê re rûbirû dimînin. 

Ji bo zarokên herî xweşik ên vî welatî zû bi mirinê re rûbirû neyên, em ê bi înad pêla şoreşê, pêla berxwedanê li herî jor ku em ê bilind bikin, di şexsê de em soza wê careke din didin hemû hevrêyan.”

Nasnav: Dilşad Sumbul 
Nav û Paşnav: Yakûp Çîftçî 
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1986/Colemêrg
Navê Dayikê: Pîroze 
Navê Bav: Hasan 
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2002/Colemêrg 
Herêmên lê maye: Garê, Heftanîn, Botan 
Dîroka Şehadetê: 1’ê Tebaxa 2008’an 

...