YBŞ’ê nasnameya 2 fermandarên ku jiyana xwe ji dest dane eşkere kir
Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya du fermandarên xwe yên di encama teqîna mayinekê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya du fermandarên xwe yên di encama teqîna mayinekê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) diyar kir ku dema her du fermandarên wan ên bi navê Safer Zîrek (Devrîm Dilbirîn) û Omer Dirim (Delîl) 8’ê Cotmeha 2016’ê diçûn karekî, ji ber mayina ku çeteyên DAIŞ’ê danîbûn teqiya, jiyana xwe ji dest dane.
Fermandariya YBŞ’ê di dewama daxuyaniya xwe de wiha ragihand:
“Gelê me bi berxwedanek mezin li dijî şer û komkujiyên li ser gelên Rojhilata Navîn tên ferzkirin, li ber xwe dide. Ev berxwedan bi dayîna berdêlên mezin û lehengên efsanewî tê meşandin. Em hemû hevrêyên xwe yên şehîd ku li hemberî fermana li Şengalê pêk hat bi berpirsiyartî û zanabûnek mezin tevlî nav refên YBŞ/YJŞ’ê bûn û di parastina Şengalê de rol lîstin. Bi minet û rêzdarî bi bîr tinin û soza em ê girêdayî bîranîna wan bin didin. Em ê heya dawiyê girêdayî têkoşîn û azadiya şehîdan ji bo me qezenc kiriye bimînin. Em ê heya dîlên xwe yên di destê DAIŞ’ê rizgar dikin, Şengalê azad dikin û civaka me ya Êzidî parastina xwe ya cewherî pêş dixwe û rêveberiya xwe ya xweser çêdike, têkoşîna xwe bidomînin. Wê lehengên ku xwe fedayê vê têkoşînê kirine û xwe fedayê pêşeroja gelê xwe kirine, ti carî neyên jibîrkirin. Wê timî nirxên me yên mezin bimînin. Ev her du lehengên me yên şehîd jî ji herêmên cûda yên Kurdistanê hatin û ji bo gelê Êzidî heya dawiyê têkoşiyan, hevrê Delîl û Devrîm in.
Heval Devrîm û Delîl ji roja gav avêtin ser xaka Şengalê heya şehadetê, timî li eniya herî pêş û bi lehengiyek mezin di nava vê têkoşînê de cih girtin. Di 8’ê Cotmehê de dema bi karê xwe radibûn, di encama teqîna mayina çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûn.
Heval Devrîm bi çenda xwe ya welatparêz û têkoşer ku dihat naskirin, zarokek giranbiha yê gelê Colemêrgê bû. Li rexmê ji xaka xwe dûr mezin bû jî, ti carî dest ji girêdayîna xwe ya bi gel û koka xwe berneda, bi zanabûna azadiyê di 2011’ê de berê xwe da çiyan. Piştî gerîlatiya li çiyayên Kurdistanê meşand, piştî fermana li Şengalê rû da bi daxwaza xwe ji bo rizgarkirina gelê Êzidî tevlî nav refên YBŞ’ê bû. Hevrê Devrîm bi fedekarî û hevrêtiya xwe di nava YBŞ’ê de erka pêşengiyê girt û di asta fermandariya tabûrê de erk wergirt. Bi taybetmendiyên xwe yên di pêngava ji bo paqijkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê hem şer kir û hem jî şer birêve bir, derket pêş. Fermandarek ku xwedî li hevrê û şervanên xwe derdiket, li hemberî dijmin milîtanek bi hêrs û xwedî heskirinekî mezin a gel bû. Em ê hevrê Devrîm ti carî ji bîr nekin û dewamkirina têkoşîna wî wê bibe erka me hemûyan a bingehîn.
Heval Delîl Karakoçan xelkê Dersîmê ye. Hem şervanek bi hêz, fermandarek têkoşer û hem jî doktorek bû. Bi kesayeta xwe ya bi sebir, îrade, biryar, timî moral dida derdora xwe û têkoşer, di nava dilê hevrêyên xwe de heskirinek mezin daye çêkirin. Bi armanca bidawîkirina êşên gelê Êzidî yên piştî fermanê jiyîne tevlî nava refên YBŞ’ê bû. Ji ber hevpariya çanda ji nav hatî li gel çanda vê herêmê, demek zû de bi Şengalê re bû yek. Weke endamekî vê yekbûn û girêdanê, di azadkirina Şengalê de rolek aktîv lîst û pêşengî kir. Weke fermandarê bêlûkê timî di eniya pêş de cih girt. Hevrê Delîl di nava hevalên xwe de bi rêzdarî û heskirina xwe dihat naskirin, fermandar û şervanekî azadiyê bû. Bi kesayeta xwe ya têkoşer û bi israr ji bo me hemûyan bû mînak, li ser şopa wî meşîn soza me hemûyan a hevbeş e.”
Fermandariya YBŞ’ê di dawiya daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha jî got; “Hevrêyên me Devrîm û Delîl ku li ser xaka Êzidxanê xwe ji bo gelê xwe kirin sîper û tevlî karwanê şehîdan bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin û me ji malbatên wan re, gelê me yê welatparêz û hemû hevrêyên wan re sersaxî dixwazin. Têkoşîna wan gihandina serkeftinê û pêkanîna xeyalên wan erka me ye û weke hevrêyên wan ên têkoşînê soza vê didin.”
Nav û Paşnav: Omer Dirim (Delîl)
Navê Dayik û Bav: Remziye- Remezan
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2013-Stenbol
Dîrok û Cihê Şehadetê: 8’ê Cotmehê / Şengal
Nav û Paşnav: Safer Zirek (Devrîm Dilbirîn)
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2011, Mêrsîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 8’ê Cotmehê / Şengal