BI DÎMEN

Xwişk û hevala wî Ferhat Kurtay vegotin: Wî serî li dijî zilmê neditewand

Ferhat Kurtay ê di Zîndana Amedê de li dijî zilm û îşkenceyê bedena xwe da ber agir, xwişka wî Rabîa Kurtay û hevala wî ya dibistana navîn, mamosteya teqawît Ayten Ozdemîr salên wî yên zarokatî û ciwantiyê vegotin.

Ferhat Kurtay di 1946’an de li gundê Xurs ê Qosera Mêrdînê ji dayik dibe û di salên ciwan de fikra şoreşgerî nas dike. Kurtay, Zanîngeha Teknîk Karadenîzê qedand û ji 1978’an şûnde bi koma Apoyî re dikev têkiliyê û ji vê dîrokê şûnde di rêxistibûna Merdînê ya tevgera Apoyî de cih digire. Kurtay di xebatên belavkirina weşanên Apoyî de cih digire û di partîbûna tevgerê de kesên ku navê PKK’ê pêşniyar kir, bû.

Di 23’ê Mijdara 1979’an de li Qoserê bi endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê M. Hayrî Durmuş re hate girtin û di Zîndana Amedê de li dijî hovîtiya 12’ê Îlonê li dijî zilm û hovîtiyê bi hevalên xwe re têkoşiya. Di 18’ê Gulana 1982’an de koxuşa 33. a Zîndana Amedê  bû şahidê berxwedana ji agir a Ferhat Kurtay û sê hevalên wî Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmut Zengîn. Kurtay û hevalên xwe dema agir berdan bedena xwe gotin ‘agir netemirînin, gur bikin’ û di nava sembolên berxwedana Zîndana Amedê de cih girtin.

Ferhat Kurtay ê di Zîndana Amedê de li dijî zilm û îşkenceyê bedena xwe da ber agir, xwişka wî Rabîa Kurtay û hevala wî ya dibistana navîn mamosteya teqawît Ayten Ozdemîr salên wî yên zarokatî û ciwantiyê vegotin.

XWIŞK KURTAY: DI TEMENÊ BIÇÛK DE HEVALÊN XWE DIANÎ CEM HEV

Rabîa Kurtay got ku Ferhat zarokê malbatê yê herî zêde dihat hezkirin bû û wiha got: “Ferhat gelek ji me hez dikir. Ger dayika me ji me dixeyidî, em diparastin. Em lîstikan dilîstin. Lîstikên zarokan diafirand. Hezkirina wî ya ji bo me gelek mezin bû. Hîna di wî temenê biçûk de Ferhat ji bo me gelek bi nirx bû. Ji me re çîrok dixwendin. Bi gotinan nayê îfadekirin.
Birayê min dibistana seretayî li gund, a navîn li Qoserê xwend. Di nava hevalên xwe de gelek dihat hezkirin. Bi Ferhat re ruhê pêşengiyê hebû.  Di temenê dibistana navîn de hevalên xwe berhev dikir. Piştî dibistana seretayî ji bo lîseyê çû Stenbolê.”

KURDISTAN DI BIN DAGIRKERIYÊ DE YE

Rabîa Kurtay bi lêv kir ku piştî Ferhat dibistana lîseyê diqedîne û tê ji bo wan weke cejnê bûye û wiha berdewam kir: “Birayê min piştre fikra Apoyî nas kir. Di demeke ku li birayê min digeriyan, hat malê. Ez çûm cem wî. Min jê re got ‘Ferhat min nexwendiye, ez ji tiştên wisa fêm nakim, ev doza çi ye, dijminê me tine, kesî çav bernedaye malê me, ti li pey çi ye’. Ferhat wê demê ji min re got ku Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye û yên vê dikin dijminê me hemûyan e. Got wê heta dawiyê ji bo Kurdistanê têbikoşe. Ez matmayî mam.”

ÎŞKENCE DÎTIBÛ LÊ NÎŞANÊ ME NEDA

Rabîa Kurtay bi lêv kir ku piştî vê birayê wî Ferhat Kurtay bi hevalên xwe Hayrî Durmuş re li Qoserê li mala xalê wan hate girtin û wiha pê de çû: “Piştî hat girtin, birin Amedê. Rojek zivistanê, berf dibarî. Em çûn dîtina wî. Dema me ew dît, me dît ku çiqas îşkence pê kirine lê bi me nedida diyarkirin. Ferhat tiştên ku jiya ti car nîşanê me nedida. Lê çawa me dît me rewş fêm kir.

Hevdîtinê kurt berdewam kir. Hevdîtinên piştre kurt berdewam dikirin. Li zîndanê Kurdî qedexe bû. Destûr nedidan. Me Tirkî nedizanî. Me zanîbûna jî me dixwest em bi zimanê xwe biaxivin. Di dema hevdîtinê de gardiyanan îşkence li girtiyan dikir. Kenan Evren beyî hesab bide mir. Yên Kenan Evren nedarizandin, ji xwe Kenan Evrenê îro ne.”

PARASTINA HAYRÎ DURMUŞ

Xwişk Kurtay destnîşan kir ku çalakiya birayê xwe di salona dadgehê de li ser parastina ku Hayrî Durmuş pêk anîbû, hîn kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Roja dadgeha Ferhat bû. Apê û min xaltiya min çûn dadgehê. Apê min dixwaze ji bo Ferhat û birayê min ê din Ferît ku wê demê girtî bû, pere razîne. Yê Ferît digirin lê yê Ferhat qebûl nakin. Apê min dipirse, dibêjin Ferhat ceza girtiye. Tiştekî nabêjin. Ap û xaltiya min diçin salona dadgehê. Di vê demê de Hayrî Durmuş parastinê dike. Durmuş di parastinê de diyar dike ku hevalên wî li dijî zilmê bedena xwe dane ber agir. Apê min difikire ku yek ji wan Ferhat e. Ferhat ne li salonê bû.  Dîsa tên girtîgehê û hîn dikin ku 4 kesî agir berdane bedena xwe û jiyana xwe ji dest dane. Xaltiya min dibêje teqez yek ji van Ferhat e. Roja din ji muxtarê gund re radigihînin ku Ferhat çalakî pêk aniye û şehîd ketiye. Muxtar dibêje ez nekarim agahiyê bidim. Ji qereqolê gazî apê min dikin. Li vir ji apê min re dibêjin.”

POLÎS BI TAYBET XWEST JI DAYIKA MIN RE BÊJE

Kurtay axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tevî ku li qereqolê ji apê min re dibêjin, polîs dixwazin rewşê ji dayika min re bêjin. Polîsek dixwaze vê agahiya bi êş bide dayika min. Me jî amadekarî dikir ku wê Fehat bê tahliyekirin.  Polîs hat mala me û ev agahî da me. Tiştên me jiyan bila kes nejî. Em piştî agahiyê çûn Amedê. Apê min girtin hundir. Cenazeyê me heman nedan me. Min êşek mezin kişand. Min hevalê xwe, birayê xwe winda kir. Min soz da xwe; min got ez divê li dijî dijmin negirîm.  Ez bi rojan Ferhat bêjim, têr nake, ez Ferhat çawa bêjim, nizanim.

Tenê xizmên me yên nêz dikarîn ji bo cenazeyê bên. Em kêm kes çûn. Lê dema cenaze hat Qoserê wek mahşerê bû.  Bi hezaran kes hatin Fehat oxirkirin.

ERDOGAN BÛYE EVRENÊ ÎRO

Dema cil û bergên wî ji girtîgehê anîn, hemû ji îşkenceyê parçe bibûn. Dilê me şewitî. Me fêm kir ku îşkenceyên mezin dîtiye. Me xwest em wan cil û bergan wek abîdeya şermê nîşanî dewletê bidin. Erdogan Quranê digire destê xwe û li qadan radike. Ti bi 12’ê Îlonê re bê rû hev. Çi ferqa te ji Kenan Evren heye. Ti jî bûye Evrenê roja me ya îro.”

HEVALEKÎ BÊDENG BÛ, HER TIM DIFIKIRÎ

Hevala wî ya dibistana seretayî Ayten Ozdemîr wiha got: “Zarokekî bêdeng bû. Gelek jîr bû. Matematîka wî gelek baş bû. Dema ezmûnan mamoste Ferhat ji polê derdixist. Digot hewcedariya te bi azmûnê tine. Kurtay li zarokên din nediçû. Mînak qet bi gogê nedilîst. Her kes bi lîstikan dilîst lê ew nedilîst. Bêdeng bû her tim difikirî. Li dibistanê bi giştî xwendekarên Kurd û Ereb hebûn. Ferhat bi me re pir eleqedar dibû. Rojekê li polê min got rojbûna min e. Roja din Ferhat ji min re lênûskek bîranînê anî. Di nav de jî pênûsek hebû.  Rojbûna min pîroz kiribû, ez ti car wê ji bîr nakim.”

KES NEDIŞIKAND

Ozdemîr wiha berdewam kir: “Ferhat ti kes nedişikand. Kesekî cuda bû. Di pola me de hevalekê ji min re got; Ez gelek ji Ferhat hez dikim, min ji malbata xwe re gotiye, dayika min wê bê wî bibîne, ger Ferhat bixwaze em ê nîşanê bikin. Ji min re got tê bêjî. Min jî qebûl kir. Min dawiya dersê ji Ferhat re got. Ji hevala min re got; ti zanî, dem çi nîşan bide nizanim. Em hîna pir biçûk in. Dibe ku ti ji ber van gotinên min xemgîn bibî.’ Yanî Ferhat qet mirov nedişikand. Bêguman em hemû matmayî man. Di wî temenî de nêzîkatiyek wisa ji zarokan nedihat payîn. Kesekî cuda bû. Rojekê dengê xwe bilind nekir. Her roj pirtûk dixwend.

Piştî salan min hîn kir ku Ferhat beşdarî têkoşînê bûye. Min her tim Ferhat dipirsî. Min bihist ku hatiye girtin. Hevserê min çalakiya Ferhat ji min veşart. Min gelek jê hez dikir. Wî jî ji min re negot. Piştî salan min ji rojnameyê hîn kir. Jîr bû, kedkar bû.  Ez li dijî çalakiya wî matmayî nemam. Ferhat ti car serî li dijî zilmê neditewand. Em ê her tim Ferhat û têkoşîna wî bidin jiyîn. Em ê xwedî lê derketin.”

...