Encamnameya Kombûna Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê, ku bi dirûşma "Bi hev re ber bi xwerêveberiyê ve" hat lidarxistin, aşkera bû. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk daxuyanî da û diyar kir ku ew xwerêveberiyê rewa dibînin. Turk destnîşan kir ku ji bo çareseriyê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî azad mûxatap bê girtin.
Encamnameya Kombûna Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê, ku bi dirûşma "Bi hev re ber bi xwerêveberiyê ve" hat lidarxistin û du rojan dewam kir, aşkera bû.
Deklarasyon ji aliyê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ve hat aşkerakirin. Turk da xuyakirin, ku xwerêveberî daxwazeke demokratîk û rewa ye û destnîşan kir, ku divê hemû astengiyên li pêşiya vê daxwazê bên rakirin. Turk anî ziman ku daxwaza Kurdan a bi sedan salan li ser xaka xwe bi awayekî xweser dijîn careke din hatiye qedexekirin û nerazîbûn nîşanî dewletê da ku diyarkirina rêbaza jiyanê ya mirovan, civakan û baweriyan, weke erka xwe dibîne.
'JI SEDÎ 90 Ê MESELEYA KURD, PIRSGIRÊKA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ YE'
Turk bal kişand ser pirsgirêka Kurd û rewşa neçareseriyê û ev tespît kir:
"Bi pêvajoya çareseriyê re ku di sala 2013'an de bi banga Birêz Ocalan re destpê kir, li tevahiya welêt ev sê sal in hêviyeke mezin a aştiyê hebû. Her kesî bawer kiribû ku ev mesele wê bi aştiya mayînde bi dawî bibe û jiyaneke nû wê şîn bibe. Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, berevajî vê bendewariya civakê, ji ber israra di erka rêveberiyê û parvenekirina desthilatdariyê, kaos û rewşeke pevçûnê li ser civakê hat ferzkirin.
Ji sedî 90 ê meseleya Kurd, pirsgirêka rêveberiyên herêmî ye. Ji ber ku ev pirsgirêk çareser nabe, em hemû berdêlên giran didin. Li cîhanê, rêbazên mîna vê hatine ceribandin û encamên erênî hatine bidestxistin. Mînaka vê ya herî zindî li kêleka me ye; Rojava ye. Li derveyî pirsgirêka Kurd jî, mijara rêveberiyên herêmî ji bo vî welatî pêwîstiyeke lezgîn e. Di demên dawî de helwesta tund a li dijî Kurdan li tevahiya Tirkiyeyê belav bû. Ev yek cihê tirs û fikaran e."
'DIVÊ OCALAN BI AWAYEKÎ AZAD MÛXATAP BÊ DÎTIN'
Turk destnîşan kir ku xwerêveberî mafekî demokratîk e û diyar kir ku ji Destûra Bingehîn a 1921'an heta roja îro di sererastkirinên gelek metnan de, xwerêveberî di Şertê Xweseriyê yê Ewropayê de ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve hatiye ewlekirin.
Turk da xuyakirin ku xwerêveberî ji bo pêşvebirina demokrasiya Tirkiyeyê pêwîstiyek e û got, "Xwerêveberî beriya her tiştî çareseriyeke jinê ye ku li hemberî zîhniyeta baviksalariyê û li dijî pirsgirêkên ji ber vê zîhniyetê derketine holê, hatiye afirandin. Ev rêbaza çareseriyê, wê hikûmetê û welêt, bi awayekî demokratîk û wekhev ji nava kaosê derxîne. Pêwîstwe Rêberê Gelê Kurd bi awayekî azad, di pêvajoya çareserî û muzakereyê de mûxatap bê dîtin."
'DAXWAZEKE REWA Û DEMOKRATÎK E'
Turk bang li hikûmeta AKP'ê kir ku hurmetê nîşanî daxwaza xwerêveberiyê ya gelê Kurd bide û wiha axivî: "Em daxwaza xwerêveberiyê weke daxwazeke rewa û demokratîk dibînin. Li hemberî vî mafê demokratîk û rewa, herêmên ewlekariya taybet, qedexeya derketina derve tên îlankirin, mafê jiyanê tê binpêkirin, mirov tên binçavkirin û girtin. Ev hemû binpêkirina mafên mirovan e. Girîng e ev pêkanîn tavilê biqedin û em dixwazin hemû hevalên me yên hatine girtin serbest bên berdan."
Piştî aşkerakirin deklerasyonê hilbijartiyên gel, ber bi navçeya Sûrê ya ku terora polîsan lê dewam dike, meşiyan.