Roja 5’ê berfanbarê li gundê Şînawê yê Pîranşarê agir bi dibistanek a zarokên keç ket û di encamê de 7 ji wan jiyana xwe ji dest dan û 31 jî birîndar bûn. Ji 31 zarokên ku temenê wan herî zêde 12 salî bûn, yeke din jiyana xwe ji dest da.
Roja 9’ê berfanbarê (kanûn) li Mehabadê xwendekar û nunerên saziyên sivîl ên Rojahilatê Kurdistanê li hev kom bûn û xemsariya rayedaran a li hemberî karesata dibistanê şermezar kirin û xwestin berpirsên dibistanê bêne cezakirin.
Di dema çalakiya nerazîbûnê de, rayedarên perwerdeyê ragihandin ku xwendekarek din ji yên ku birîndar bibûn jiyana xwe ji dest da. Lê belê derbarê dem û çawaniya mirina wê de tu agahî neda.
Li aliyeke din ji ber zextên saziyên sivîl, xwendekar û malbatên qûrbanên karesatê, Wezîra Pewerdeyê ya Îranê li parlementoyê daxwaza lêborînê kir.