Di çalakiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan de, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û wiha got: "Li dijî çalakiyên me geşedan pêk tên. Qatilê 52 kesan Kamîl Atak hate berdan. Ev yek jî nîşan dide ku aqil û ramana dewletê berdewam dike.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 203'an li Parqa Koşuyoluyê li dar xist. Di çalakiyê de kesên di komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin hatin bîranîn. Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Hasan Erdogan, endamên MYK'ê yên SES'ê û endamên Şaxa SES'ê yên Amedê, Hewildana 78'an, Tum-Bel Sen, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de pankratên "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" û "Ew şevekê ji nişkave ji malan hatin girtin û çareke din venegeriyan" hatin vekirin û wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de wêneyên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan jî hatin hilgiritin.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî daxuyanî xwend û diyar kir ku, 203 heftene ji bo windayan çalakiyan li dar dixin û li gel çalakiyan qatil serbest tên berdan û wiha got: "Li dijî çalakiyên me geşedan pêk tên. Qatilê 52 kesan Kamîl Atak serbest hat berdan. Ev yek jî nîşan dide ku aqil û ramana dewletê berdewam dike."
'DI 4 SALÊN DAWÎ DE 180 KES HATIN QETILKIRIN'
Bîlîcî anî ziman ku, di darizandina 34 welatiyên bi balefirên şer ên artêşa Tirk hatin qetilkirin hate niha tu gav nehatin avêtin û ev yek jî nîşaneya ferman komkujiyê ji aliyê kê ve hatiye dayîn diyare. Bîlîcî da zanîn ku, di 4 salên dawî de 180 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û wiha axivî: "Divê ji bo cînayetên kiryar nediyar bidawî bibin, azadî û demokrasî pêk bê, hikûmet ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavan bavêje."
'DEWLETÊ NE LÊBORÎN XWEST Û NE JÎ LÊPIRSÎN VEKIR'
Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Hasan Erdogan jî diyar kir ku, ew weke ÎHD duh li Roboskiyêbûn. Erdogan anî ziman ku, li Roboskiyê êşeke zindî heye. Erdogan da zanîn ku, duh salvegera komkujiya Roboskiyê bû û wiha got: "Ligel vê yekê dewletê ne lêborîn xwest û ne jî lêpirsîn vekir. Lê bila hemû kes bizane em weke ÎHD dê her tim li cem malbatên Roboskiyê bin."
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.