Xeta Fransa, Tirkiye û Rojava- Ramazan Umar

Xeta Fransa, Tirkiye û Rojava- Ramazan Umar

Di 9’ê çileyê de li peytexta Fransa Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên kurd bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Beriya her tiştî vê komkujiya li dijî mirovahiyê bi nefret leanet dikim. Divê mirov bêşik û bêguman bêje ku ev komkujî di kesayetiya 3 jinên pêşeng de li dijî mirovê/a azad, kesayet, jiyan û civaka azad pêk hatiye. Lewre pêwîste hemû alîgirên jiyana azad lanet bikin û eniyek têkoşînê ava bikin.

Gelo ev hovîtî ji aliyê kê ve, çima di vê demê de hate pêkanîn, çi tê armanckirin? Dema em li çapemeniyê û nirxandinên siyasetmedaran dinêrin, di serî de hêzên li dijî kurdan nirxandinên kirêt dikin, lê di heman demê de balê dikişînin ser xwe. Bêguman di pêşerojê de piştperdeya vê hovîtiyê wê bê zanîn, lê dema em li paşeroj û polîtîkayên hêzên derve û dewletên herêmê yên li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê binêrin, bersiva vê pirsê derdikeve holê.

Tevgera azadiyê li çar parçeyên Kurdistanê, li dijî polîtîkayên tunekirinê, siyaseta ku gelan esas digire meşand û bi serket. Li hemberî vê, li bakurê Kurdistanê êrîşên tunekirinê bi her awayî hatin meşandin. Li rojavayê Kurdistanê, li dijî destkeftiyên kurdan hemû rêbaz hatin ceribandin. Ya herî girîng jî nêzî salek û nîvan nehiştin ku parêzer û malbat bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, dixwestin bandora Ocalan a li ser gel, bi taybetî jî bandora wî ya li ser Rojava asteng bikin. Lê ev hewldan biser neketin. Li bakurê Kurdistanê li gel hemû propagandayên şerê taybet jî, tevgera kurd gavên mezin avêtin, li Rojava siyaseta kurd wekî hêzeke siyemîn xwe da qebûlkirin, li Başûr gel piştgiriya siyaseta kurd kir. Bi kurtasî tevgera kurd her ku diçe pêş ket. Lewma ev hêz neçar man ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Peyamên Ocalan wekî her carê bandorek gelekî mezin çêkir.

Lê dijberên kurdan xwestin ku li aliyekê hevdîtinan pêk bînin û xwe baş nîşan bidin, lê van hevdîtinan li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin. Li aliyê din jî ji bo şikandina îradeya gelê kurd, rêbazên din xistin dewreyê.

Komkujiya Parîsê yek ji van rêbazan dikare bê nirxandin. Dixwazin bi vê yekê hem di nava tevgera kurdan de parçebûnê pêk bînin, hem jî pêşiya pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin bigirin. Ji xwe piştî bûyerê çapemeyina van hêzan nuçeyên kirêt weşandin. Serokwezîrê tirk, serokomarê Fransayê çima evqas zu daxuyanî dan?

Wekî tê zanîn polîtîkayên li ser Sûriyeyê bi pêşengiya pratîkî ya Fransayê tên meşandin. Tirkiye jî parçeyek ji vê ye. Li Sûriyê tekane hêza li dijî van polîtîkayan Tevgera Azadiya Gelê Kurd e. Ji vê yekê herî zêde Fransa û Tirkiye aciz in. Tirkiye dizane ku bandora Rojava li ser Bakur jî heye, lewre naxwaze navê kurdan jî hebe. Jixwe di sala 2011’an de di navbera Tirkiye û Fransa de peymana li dijî kurdan hate îmzekirin. Piştî vê peymanê Fransayê gelek kurd girtin. Herî dawiyê jî siyasetmedarê kurd Adem Uzun li vî welatî hate girtin. Dozgerê Fransa yê li dijî “terorê” jî beriya bûyerê got: “Em 3 dadger, 8 dozger 25 komîser kurdan dişopînin.” Ev bûyer hemû lîstikên li dijî kurdan nîşan didin. Bi kurtasî dema mirov li xeta Fransa, Tirkiye û Rojava dinêre, hêzên ev hovîtî kiriye jî dikare bêne dîtin.

*Azadiya Welat