Xelatên şehîdên çapemenî û Apê Mûsa hatin dayîn

Xelatên şehîdên çapemenî û Apê Mûsa hatin dayîn

20’mîn Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û şehîdên Çapemeniyê, bi bîranînekê gihiştin xwediyên xwe.

20’mîn Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û şehîdên Çapemeniyê, li Salona Şano ya Navenda Çanda Ciwanan û Cegerxwîn bi merasimekê gihiştin xwediyê xwe. Merasimê bi rêzgirtinê destpê kir. Di merasimê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, parlementerên BDP'ê, endam û rêveberên BDP'ê yên navendî û Amedê, malbatên şehîdên çapemeniyê û girtiyên rojnamegerên Kurd, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol, Xwediya Îmtiyazê û Midûra Rojnameya Ozgur Gundemê Prz. Eren Keskîn, Rojnameger Nuray Mert, Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, Parlementera Ewropayê ya berê Feleknas Uca, nûnerên sazyên sivîl yên civakî û nêzî hezar kesan amade bûn.

Li salonê cihê rûniştinê nema û gelek kesan li ser piyan temaşe kir. Di bîranînê de destpêkê Edîtorê Rojnameya Azadiya Welat Çetîn Altun axivî. Altun anî ziman ku, her diçe çanda berxwedanê bilind dibe û bêtir li pênûsa Apê Mûsa û şehîdên çapemeniyê xwedî derdikeve. Altun da zanîn ku, ew bi bedelên gelek giran hatine îro û nêzî 100 hevalên wan girtî ne. Altun daxuyand ku, gelek hevalên wan ji bo rastiyê ronî bikin û li dijî ehrîman têbikoşin şehîd ketin û ew dê her tim li pênûsa wan xwedî derkevin. Altun destnîşan kir ku, gelê Kurd ber bi şoreşê ve diçe û di vê pêvajoya şoreşê de bar û berpirsyariya wan girantir dibe.

EM LI DIJÎ EHRÎMANAN TÊDIKOŞIN

Altun diyar kir ku, li Tirkiyeyê her tim ehrîman şer dixwazin, lê ew wekî hurmiz her tim ji bo rastiyan ronî bikin li dijî ehrîman têdikoşin. Altun bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "13 salin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda giran tê meşandin. 13 salin berxwedanek li Îmraliyê heye. Ev berxwedan her ku diçe li Îmraliyê belav dibe û bilind dibe. Em bawer dikin ku dê di demek nêzîk de ev berxwedan bigêje armanca xwe."

Piştî axaftina Altun sînevîzyona şehîdên çapemeniyê dide naskirin hate pêşandan. Dema ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan di sînevîzyonê de derbaz bû bi 100'an kesên li salonê bi deqîqeyan li çepikan dan.

Pişre rojnamegerên ku xelat wergirtibûn yek bi yek hatin vexwendin û xelatên xwe girtin.

Di beşa kurdî de

Di beşa kurdî de Edîtorê Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DÎHA) Abdurrahman Gok bi nûçeya sernavê "Li Almanyayê bajarekî Êzîdiya: Celle" xelata xwe wergirt.

Piştre JINHA'yê Xelata Juriyê ya Taybet; Nûçeya Zehra Dogan û Hazal Peker (JINHA) ya bi sernavê "Li Rojava welat emanetê jinên kurdin" wergirtin. Li ser navê JINHA'yê Xezal Peker û Zehra Dogan xelatên xwe wergirtin.

Di beşa tirkî de:

Di beşa tirkî de jî xelata yekemîn ya Nûçeyê / Ji bo nûçeyên li ser Roboskê hatin çêkirin û bi cîhanê re parve kirin xelat dan Ajansa Nûçeyan ya Dîcle (DÎHA). Li ser navê DÎHA'yê Alî Buluş xelat wergirt.

Xelata Juriyê ya Taybet ji ajansa Bia-Net'ê Işil Cinmen xelata xwe wergirt.

Xelata Gurbetellî Ersoz

Xelata Juriyê ya Taybet a Gurbetellî Ersoz; Li ser navê hemû rojnamegerên jin yên girtî, ji ber nûçeya Pozantiyê dan nûçegîhana Edene ya DÎHA) Ozlem Aguş. Ji ber ku Ozlem Oguş girtî bû li ser navê wê xwişka wê xelat wergirt.

Xelata Fotografê:

Xelata Wêneyan jî ji ber wêneyên li Roboskiyê komkujî kişandibûn dan nûçegihanê DHA yê Şirnexê Emin Bal

Xelata Yekemîn ya Karîkatûrê jî dan Mehmet Bogatekin ku li Girtîgeha Tîpa F ya Boluye û Mahmut Ulusan ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kocaeliye ye.

Pişti xelatdayînê Parlementerê BDP'ê yê Wanê û Endamê Lijneya Koordînasyona KCD'ê Ozdal Uçer axivi. Piştî axaftinan bername bi kokteylê bi dawî bû.