Di encama serdegirtinên malan ên serê sibê li navçeya Pirsûsa Rihayê pêk hatin de tevî alîkarê Şaredar û xebatkarên şaredariyê 9 kes hatin binçavkirin.
Vê sibê saet di 06.00 yekîneyên polîsan ên TEM’ê li navçeya Pirsûsê bi ser gelek malan de girtin û di encamê de cîgirê berê yê Şaredar Mehmet Ozkan, Alîkarê Şaredar Suleyman Yildiz, Midûrê Karên Nivîskî Alî Yavuz, Hesabgirê Şaredariyê Ahmet Vûral, alîkarê hesabgir Mehmet Yavûz, Midûrê Karên Fenê Yuksel Yekîn Alp, Reşit Aslan, Îlhan Kızmaz û karkerên şaredariyê Ferhan Bulut hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Polîsan a navçeyê