Xebatkarên Gun Tv ji bo biryara RTUK'ê ya cezayê birîna weşanê ku li wan biriye şermezar bikin, li ber avahiya RTUK'ê ya Amedê daxuyaniyê dan û çelenga reş ya li ser "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" danîn ber avahiya TRUK'ê.
Saziya Bilind ya Radyo û Televîzyonê (RTUK), derbarê Televîzyon û Radyoya Herêmî ya Amedê Gun TV de cezayekî balkêş birî. RTUK'ê bi hinceta "propaganda rêxistinê kiriye" cezayê ku di bultena êvari ya 12'ê Îlonê de weşanê neke û cezayê 11 hezar TL li TV birî. Xebatkarên Gun TV ji bo biryara RTUK'ê şermezar bikin li ber avahiya RTUK'ê ya Amedê çalakî pêk anîn. Di daxuyaniyê de rêveberên BDP'ê, HDK, Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat, Pel Produksiyon, Belavkariya Firatê, Egîtîm Sen û gelek kesên din amade bûn. Koma ku biryara RTUK'ê şermezar kir kartên li ser Gun Tv nivîsandibûn bilind kirin û dirûşmeyen "Çapemeniya Azad nayê bêdeng kirin" bilind kirin.
Xebatkarên Gun TV bi Kurdî û Tirkî daxuyanî dan. Bi kurdî Midûrê Nûçeyan Omer Tûr û bi tirkî jî Midûrê Nûçeyan Eren Guven daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku, hikûmet û RTUK di 12'ê Îlonê de cezayê qutkirina weşanê li wan dibe û diyar dike ku, hişmendiya 12'ê Îlonê di 32'emîn salvegera wê de jî dîsa berdewam dike.
'DI DÎROKÊ DE TU CARÎ KESÊN MUXALIF BÊDENG NEMANE'
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, tu carî kesên muxalif li hemberî zilm û zordariyê bêdeng nemane û ew jî dê bêdeng nemînin. Di daxuyaniyê de xwestin ku hemû kesên xwedî wîjdan û rastiyê diparêzin li hemberî vê yekê bêdeng nemînin.
KOMÊ ÇELENGA REŞ DANÎN BER RTUK'Ê
Xebatkarên Gun Tv piştî daxuyaniyê çelenga reş ya "Çapemeniya Azad bêdeng namîne" danîn ber avahiya RTUK'ê û belav bûn.