Xaniyên TOKÎ ku Serokwezîrê Tirk Erdogan li her derê bi wan pesnê xwe dide, beton û dîwarên wan hilweşe û dilopan dikin. Xaniyên ku lêçûna wan 55-60 hezar TL ye, bi 110 hezar TL yan difiroşin welatiyan. Xaniyên TOKÎ ku Serokwezîrê Tirk Erdogan digot 'Sifir pirsgirêk' welatiyan poşman dike.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan diçe ku bi xizmetê xwe pesnê xwe dide. Lê li aliyekî nexweşxaneyê wî be ceyran dimînin, rêyên wî yên duble hilweşin û xaniyên wî yên TOKÎ jî yek bi yek difelişin. Welatiyên ku xaniyên TOKÎ bi buhayekî duqat stendin, niha poşman bûne û ji ber hilweşina xaniyan nerazî ne. Welatiyên ku li xaniyên TOKÎ yên taxa Uçkuyularê ya Seyrantepeyê diminin bertekên xwe anîn ziman. Welatiyên ku 4 sal berê xanî kirîn û kilît teslîm girtin, hêj pirsgirêkên wan ên rê, ceyran, av û binesaziyê bi dawî nebûye.
Welatiyan ji ajansa nûçeya ya dîcle DÎHA’yê re vegotin û anîn ziman ku, xaniyê wan boyax û çîmento tev hilweşe, derî şibake û pirîzên ceyranê te dişkê û dikevin xwarê. Welatiyan da zanîn ku, xanyên qadê barî di demsala zivistanê de dilop dike û tev perişan dibin. Welatiyên ku xaniyên TOKÎ kirîn diyar kirin ku, wan bi dehan caran serî li rayedaran dan, lê heta niha tu pirsgirêkên wan çareser nebûye.
'PIŞTÎ ME XANÎ KIRÎ ME 6 HEZAR TL MESREF KIR’
Welatiya bi navê Fatma Sarili ku xanî ji TOKÎ'yê kirî ji DÎHA’yê re axivî û diyar kir ku, piştî wan xanî kirî ji ber kêmasiyên xanî nehatibûn temamkirin û gelek pirsgirêkên daîreyê hebûn wan heta niha 6 hezar TL lêçûn kirine. Sarili da zanîn ku, her mehê 2 hezar lêçûna wan diçe û wiha got: "Ji xanî bigire heta şibakeyan, ji tuwalet û serşokê bigire heta pirîzên ceyranê her dera xanî bi pirsgirêke. Karoyên erdê radibin, boyax hildiweşe. Petekên kaloriferan xerabe bûn. fayansên serşokê hildiweşin. Her der hildiweşe. Dema em derbazî xanî bûn serê her malê 110 TL ji bo derdorê ji me xwestin.
'BERÎ HÛN XANIYÊN TOKÎ BISTÎNIN JI SERÎ HETA BINÎ YEK BIYEK BINÊRIN'
Welatiyê bi navê Yalçin Sonmez jî destnîşan kir ku, wan di sala 2009'an de xaniyê TOKÎ'yê bi 56 hezar TL kirî û wiha got: "Piştî me xanî kirî me 5 hezar TL mesref kir. Herî kêm me 10 caran serî li rayedaran da, lê pirsgirêkên me nahatin çarekerkirin. Me ji bo lêçûna pirsgirekên derdorê 110 TL da. Lê ji bo derdorê tu xizmet nehat kirin. Ji ber ku 70 hezar TL deynê DÎSK'ê li wane ava baxçeyan hate qutkirin. Dîsa ji ber 160 hezar deynê TEDAŞ'ê li TOKÎ heye ceyrana hemû avahiyan ya ber deriyan qut kirine. Ji bo maşîneyan garaj nehatiye çêkirin. Kesên ku bixwazin xaniyan ji TOKÎ bistînin divê ji serî heta binî kontrol bikin û pişt re bistînin.
Welatiyê bi navê Suleyman Yakut jî heman pirsgirêk anîn ziman û diyar kir ku, kesên ji TOKÎ xanî distînin perîşan dibin.