Wesayîta zirxî hate îmhakirin, 4 POH hatin kuştin

Di çalakiya duh a YPS’ê ya li Geverê de wesayîtek zirxî hate îmhakirin, gorî ku hate zelalkirin 4 POH hatin kutşin.

Koordînasyona YPS’ê têkildarî çalakiya li navçeya Gever a Colemêrgê li dar xistin daxuyaniyek da. YPS’êev agahî parvekirin; “Li Taxa Gungor a Geverê di 14’ê Cothemê de saet 20:00’ê şevê ji aliyê yekîneyên me ve çalakiyek a sabotajê hate lidarxistin. Yekîneyên me dema ku 3 wesayîtên zirxî dewriye digeriyan, wesayîta zirxî ya bi tîpa Kobra kirin hedef û lêxistin. Wesayîta Kobra hate îmhakirin û herî kêm 4 POH hatin kuşin. Piştî çalakiyê çeteyên Qesrê derdor ketober dan ber guleyan. Ev çalakî ji bo bîranîn û tola 4 sivîlên ku li Geverê hatin qetilkirin hatiye lidarxistin.”