Wesayita polîsan qûlipî: Polîsek mir, 3 birîndar

Wesayita polîsan qûlipî: Polîsek mir, 3 birîndar

Wesayîta polîsan a sîvîl a ku li Cizîrê ji dewriyeyê vedigeriya qeza kir. Di qezayê de polîsekî mir û 3 polîs jî birîndar bûn.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê wesayîta polîsan a sivîl li pêş Tesîsên Tepe ya li nêzî Kolana Nisêbînê qeza kir.

Wesayîta bi markaya Cornett a ku 4 polîsên sivîl ên li Amîrtiya Buroya Qaçaxçîtiya Midûriyeta Polîsan a Cizîrê peywirdar tê de qeza kir.

Di encama qezayê de polîsekî jiyana xwe ji dest da û 3 polîs jî birîndarbûn. Piştî birîndar û mirî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê li cihê qezayê lêkolîn hate kirin.