Li navçeya Cizîr ya Şirnexê dema ku wesayîta leşkerî ji bo guhertina nobeta leşkerên di danêra TRT’ê ya li herêma Zoran peywirdarin çûn, di rê de qeza kir û 4 leşker birîndar bûn.
Leşkerên birîndar yên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, Qeymeqamê Cizîrê Şenol Koca aşkera kir ku, 4 leşkerên îro sibehê ji bo guhertina nobetê çûyîn qeza kirine û birîndar bûne, her wiha rewşa wan başe.