Wesayîta alîkariyê ya Mîsereor gihîşt Êlihê
Saziya alîkariya însanî ya Elman Mîsereor, ku beriya niha alîkariya jiyanî ya ji 20 tonî gihandibû Êlihê, wesayîta xwe ya duyemîn a ji barê alîkariyê gihand Êlihê.
Saziya alîkariya însanî ya Elman Mîsereor, ku beriya niha alîkariya jiyanî ya ji 20 tonî gihandibû Êlihê, wesayîta xwe ya duyemîn a ji barê alîkariyê gihand Êlihê.
Saziya alîkariya însanî ya Elman Mîsereor alîkariya ji bo Êziyên ji komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Şengalê koç kirin û li Êlihê bicih bûn, dewam dike. Saziya ku beriya niha alîkariya jiyanî ya ji 20 tonî gihandibû Êlihê, wesayîta xwe ya duyemîn a ji barê alîkariyê gihand Êlihê.
Saziya alîkariya însanî ya Elmanya (Saziya Alîkariya Civakî ya Pîskoposiyê ya Elmanya) wesayîta xwe ya alîkariyê ya ji 20 tonî, ku ji bo Êzidiyên ji qirkirina li Şengalê reviyan û xwe li Bakurê Kurdistanê girtin amade kiribû, gihand Êlihê. Wesayîta ji madeyên bingehîn ên jiyanî yên ard, nok, fasûle, ava bacanan, rûn û hwd. ji aliyê rayedarên koordînasyonê ve hat pêşwazîkirin û wezîfedarê koordînasyonê endamê meclîsa şaredariyê Bûrhan Şat alîkarî teslîm girt.
Pakêtên alîkariyê yên ji 20 hezar Euroyî, ji bo li Êzidiyan werin belavkirin, li depoyan hatin bicihkirin. Mîsereor da xuyakirin ku alîkariya wan wê ji niha û pê ve jî dewam bike.

