Welatiyê Kurd Idrîs Tahir 5 meh in winda ye

Welatiyê Kurd Idrîs Tahir 5 meh in winda ye

Li paytexta Sûriyeyê Şamê welatiyê kurd Idrîs Cemîl Tahir ji beriya 5 mehan winda û heta niha tu agahî jê nehatiye wergirtin.

Welatiyê kurd Idrîs Cemîl Tair ê ji Dêrikê ji beriya 5 mehan ji mal xwe ya li Dêrikê ber bi paytexta Sûriye Şamê de bi rê ketibû, dema gihişt rêbenda kontrolê ya rejîma Sûriyeyê winda bû û careke din tu agahî jê nehate wergirtin.

Malbata Cemîl ragihand ku di 11-8-2012 de ji bo kar ji mal berê xwe da Şamê û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nehatine wergirtin.

Idrîs di sala 1984 li Dêrikê ji dayik bûye, li taxa Zorava a Şamê ew û hevsera xwe di xaniyek kirê de rûdiniştin.