Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer derbarê înfaza 2 kesên tê gotin gêrîlayên HPG'ê ne, yên li gundê Zêvkê de diyar kir ku, ew li hemberî van dîmenan matmayî man û dê mijarê bibin meclîsa Tirkiyeyê.
Di 23'ê Îlonê de li gundê Zêvkê tîmên taybet û leşkeran di demjimêr 17.00 û 18.00'an de di ser malekê de girt û di serdegirtina malê de 2 kesên ku tê gotin gêrîlayên HPG'ê ne bi saxî înfaz kirin. Tîmên taybet heta roja din demjimêr 09.00'an destûr neda ku kes biçe gund û vegere. Heyeta BDP'ê ya ku di nav de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Yakup Ataş, endam û rêveberên BDP'ê çûn li Gundê Zêvkê lêkolîn kirin. Heyeta BDP'ê li gund bi welatî, esnaf û karekrên gund re hevdîtin pêk anîn û derbarê bûyerê de agahî girtin. Heyetê piştî hevdîtinan çûn li cihê ku 2 kes lê hatin qetilkirin lêkolîn kirin. Li vir Parlementerê BDP'ê Uçer diyar kir ku, di demê dawî de şer zêde dibe û bi zêdebûna şer re înfaz jî zêde dibin.
'EM DÊ MIJARÊ BIBIN MECLISA TIRKIYEYÊ’
Uçer da zanîn ku, polîs bi taybet dibêjin kesên hatine înfazkirin gêrîlayên HPG'ê ne û ew jî bawer dikin ku kesên hatine qetilkirin kurdên sivîlin. Uçer da zanîn ku, şahidên bûyerê diyar dikin ku, ev qetilkirin înfaze û wiha got: "Şahidên bûyerê diyar kirin ku, ‘2 kes ji aliyê polîsan ve bi saxî hatin girtin û pişt re ji aliyê tîmên taybet ve hatin înfaz kirin’. Em li hemberî vê bûyerê matmayî man. Em li deverên cûda rastî şopa xwînê hatin. Ev şop û şahidên bûyerê diyar dikin ku, ev înfaz bi xwe ye. Em bang li rayedaran dikin û dixwazin bûyerê lêkolîn bikin. Em dê mijarê bibin meclîsê. "