Wekîlê Şaredarê Sêrtê hate girtin

Wekîlê Şaredarê Sêrtê hate girtin

Wekîlê Şaredarê Sêrtê Musa Kurhan dema ji bo îfadeyê bide li edliyê hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.

Bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê di 8'ê Kanûnê de polîsan li Sêrt, Êlih û Mêrdîne di ser avahiyên şaredariyê û gelek malên rêveberên BDP'ê de girtibûn. Di operasyona 8'ê Kanûnê de ji 87 kesan 48 kes hatibûn girtin. Li Sêrtê jî polîsan 15 kes binçavkiribûn û ji 15 kesan 13 kes girtibûn.

Di heman operasyonê de Dozgerê Komarê yê di derbarê Wekîlê Şaredarê Sêrtê Musa Kurhan de jî biryara girtinê da. Dema Kurhan çû li Dozgeriya Komarê ya Amedê îfade bide bi îdîaya di "Rêveberiya KCK'ê de cih girtiye" sewqî dadgehe kir û heyeta dadgehê jî di derbarê Kurhan de biryara girtinê da û şand Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.