Wekîlê Şaredarê Qoserê Haşim Baday û şandeya pêre bi hinceta ku di derbarê wan de îxbar heye li Deriyê Xabûr yê Sînor hatin rawestandin. Lêgerîn didomin.
Wekîlê Şaredarê Qoserê Haşim Baday û şandeya pêre ji bo hinek hevdîtina xwestin biçin Başûrê Kurdistanê, dema dê ji Deriyê Xabûr yê Sînor derbaz biban bi hinceta ku derbarê wan de îxbar heye hatin rawestandin. Di wesayîtên Wekîlê Şaredarê Qoserê Haşim Baday, Endamê Meclisa Şaredariya Qoserê Osman Ermîş û Alîkarê Şaredarê Sûrê Alî Altunkaynak, Endamê Meclisa Şaredariya Sûrê Alî Riza Çîçeklî, Ahmet Kanboga lêgerîn didome. Di derbarê naveroka îxbarê de agahî nehatin bidest xistin.