Wargeha Penaberan gêrîlayên HPG’ê hatin bibîranîn

Wargeha Penaberan gêrîlayên HPG’ê hatin bibîranîn

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem 3 gêrîlayên HPG'ê ku di encama şerên dijwar yên 13 û 7’ê Kanûna 2011 an de li Çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest dabûn, merasimek hat lidarxistin.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem ji bo 3 gêrîlayên HPG'ê Halîl Guler (Serbest Harûnî), Mehmet Alî Çekmez (Haşim Şirnex) û gêrîlayê HPG'ê yê bi kod navê Herekol ku di 7'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê sedan şêniyên wargehê ve hatin bibîranîn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê û bi dirûşemyên "Şehîd namirin", "Şehîd jîn , jiyan û bê mirinin" de destpê kir.

Di heman demê de bi dehan kes jî ji wargeha penaberan yê Girê Gewrê û wargehên din de jî tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel ya Demokratîk ya Wareha Şehîd Rûstem Selamet Erdogan ve navê 14 gêrîlayên HPG'ê ku di navbera 13-22- 7 Kanûna 2011'an de li herêma Botanê li Cûdî jiyana xwe ji dest dabûn yek bi yek di nava dirûşeyan de hate xwendin. Piştî xwendina navan peyama HPG’ê ya ku ji bo malbatên Serbest Harûnî, Haşim Şirnex û Herekol şandibû hate xwendin. Peyamê ku hatibû şandin de HPG balkişande li ser kesayet û berxwedana HPG'ê û soza li xwedî têkoşîna wan derketinê dabû.

'NIHA GÊRÎLA OPERASYONAN DIKE’

Piştî peyama HPG'ê li ser navê Meclîsê Endamê Rêveberiya Meclîsê Dr. Mehsum axafî. Mehsum di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji bo hemû malbatan û gelê Kurd xwest û wiha got: "Di sala 2011'an de dijmin bi hemû hêza xwe digot; 'Gêrîla tune bikin' û li gorî vê bi her awayî bi operasyonên tunkirinê ser gerîllayan ve çû. Şert û mercên herî zehmet di zivistanê de operasyonên tunekirinê li Botanê û herêma Cûdî lidarxist. Lê rixmê hemû teknîka wan ya hovane jî gerîllayên leheng bi rojan li berxwe dan û bi qehremanî gihiştin şahadetê. Li Cûdî gerîllayan efsûneya berxwedanê nivîsandin. Teslîmiyet na, berxwedana Rêber Apo esas girtin û vê berxwedanê bûn sembola gelê Kurd."

Dr. Mehsûm diyar kir ku, pengava çaremîn ya Şerê Gelê Şoreşgerî di encama berxwedana van gêrîlayên HPG'ê de destpê kiriye û wiha berdewam kir: " Em bi ruhê serketinê vê pengavê silav dikin. Îro em dibînin ku ne artêşa dewleta tirk, gerîllayên azadiyê li ser wan de operasyonên şoreşgerî pêk tînin. Gerîllayên azadiyê dijminê kurdan bêzar kirine. ev jî encamê berxwedana şehîdên me de pêş ket. Divê di pengava çaremîn ya Şerê Gelê Şoreşgerî de hemû gelê me 7 heya 70 salî di serî de jin û ciwan xwe berpirsiyar bibînin û bi hemû hêza xwe tevlî pêvajoyê bibin. Em berxwedana van lehengan bikin şêweyê jiyana xwe ya exlaqî û wijadanî. Ger em wisa bikin em bersiva şehîdên xwe bidin."

Mehsûm balkişand ser gireva birçûbûnê ên ku li zîndanan hatiye destpêkirin û çalekiya wan silav kir û wiha axivî: "Em dizanin ku bi sedan rêhavelên me li zindanan de berxwe didin. Bi girevên birçîbûnê tevlî pêvajoya Şerê Gelê Şoreşgerî dibin. Ew bi berxwedana xwe bersivê didin demê. Em berxwedana wan silav dikin û piştgiriyê didin berxwedana wan."

Mehsûm bi sersaxiya li malbatên gêrîlayên HPG’ê da dawî li axaftina xwe anî.

'EV ŞEHÎDÊ ME YÊ 5'MÎNE'

Piştî Axaftina Mehsûm malbat axivîn. Li ser navê Malbata Serbest Harûnî birayê wî Şivan Guler axivî û got: " Ev şehîdê me yê 5'emîne her yek şehîdek me li parçeyek Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da. Ew bi xwîna xwe yekbûna Kurdistanê nivîsandin û her çar parçeyên Kurdistanê kirin yek. Em bi wan serbilindin û serê Rêber Apo û hemû gelê Kurd saxbe."

Di merasîmê de li ser navê Malbata Haşim Şirnex pismamê wî Îbrahîm Çekmez axivî û sersaxî ji bo hemû gelê Kurd û Rêberê gelê Kurd re xwest. Li ser navê Herekol jî Mamê wî Tahir yê ku wargeha Girê Gewrê hatî û tevlî merasîmê bû axivî. Tahir berxwedana xwerziya xwe silav kir û sersaxî ji bo hemû gelê Kurd xwest. Di heman demê de ji bo tevlîbûna merasîmê ya gelê Wargehê sipasiyên xwe pêşkêş kir.

'XWESTIN GERÎLLA Û GEL JI HEV QUT BIKIN'

Piştî axaftina malbatan li ser navê BDP Abid Îke axifî. Îke di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji bo tevhî malbatan xwest û got: " Şahadeta van gerîllayan ji bo me gelê Kurd bi rastî gelek bi êş bû. Şervanên azadiyê hertim karîbûne xwe li çiyayê Botanê û herêma Cûdî yê biparêzin. Lê sala 2011'an de artêşa tirk bi hovane di şert û mercên zehmet de ser gerîllayan de çû, û encama vê êrîşê de gelek gerîla jiyana xwe bi qehremanî dest dan. Di heman demê de li ser partiya me BDP'ê de jî hatin û bi hezaran endamên partiya me girtin û avêtin gitîgehan. Bi vê xwestin gel û gerîlla ji hev du qût bikin. lê ser neketin."

Îke balkeşa ser hêza PKK'ê û got: " PKK bi têkoşîna xwe dîrok nivîsand. PKK bi berxwedana xwe bû efsane. Tu hêz nikare wiha hêsan PKK tune bike. Ger îro dewleta tirk neçar maye dîsa berê xwe bide Îmraliyê ev encama têkoşîna û berxwedana PKK'ê de ye. Divê gelê Kurd li her demê zêdetir vê demê erk û berpirsiyariyên xwe yên demê bi pêk bîne. Partiya me ya BDP'ê jî ji bo ku erkên xwe yên demê hîn zêdetir pêk bîn Kongra xwe lidardixe."

Piştî axaftina Abid Îke merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Şehîd bê mirinin", "Bijî Serok Apo" di nav çêpikan de bi dawî bû.

Li wargeha şehîd Rûstem li taxa Şehîd Elîşêr û Şehîd Çîçek de konên sersaxiyê hatin vedan. Bi sedan gel berê xwe dide konên sersaxiyê.