Wanê bend hilweşand...

HDP'ê beriya hilbijartinên sibe, li Wanê mîtîng pêk anî. Bi sed hezaran kesên beşdarî mîtînga "Fînala Mirovahiya Mezin" bûn gotin, "Em diçin Meclîsê" û daxwaza ji bo aştiyê qîriyan.

HDP'ê beriya hilbijartinên sibe, li Wanê mîtîng pêk anî. Bi sed hezaran kesên beşdarî mîtînga "Fînala Mirovahiya Mezin" bûn gotin, "Em diçin Meclîsê" û daxwaza ji bo aştiyê qîriyan. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di axaftina xwe ya li mîtîngê de ragihand ku êrîşa li Amedê ji bo betalkirina hilbijartinê hatiye kirin û got, "Ji Wanê, em gelê leheng ê Amedê silav dikin ku teslîmî plana kaosê nebû û ev plan pûç kir."

Piştî êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, bi sed hezaran kes îro danê sibehê herikîn Qada Beşyol a Wanê.

Tevî amadekariyên dawî, beriya destpêkirina mîtîngê hem polîsan ehm jî ekîbên zabite yên şaredariyê li hemberî êrîş û provokasyonên gengaz li qadê lêgerîn kirin. Lêgerîna li çar nuqteyên ketina qadê jî ji aliyê ekîbên zabite ve hat kirin.

Li qada mîtîngê ya bi alên HDP'ê hat xemilandin, posterên mezin ên Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ên bi nivîsa "Ji mirovahiya mezin re erê", wêneyên nazmetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Wanê Fîgen Yuksekdag, Lezgîn Botan, Yûrsûsev Ozsokmenler, Adem Ozcaner, Selamî Ozyaşar, Tûgba Hezer, Remzî Ozgokçe û Zozaan  Yelîz Yildirim, pankartên bi nivîsên "Beşîktaş li hakeman aliqî, HDP li bendê naliqe", "Çi dibe bila bibe were, lê bi Mercedesan neyê", "Bila Diyanet were rakirin", "Survivor a rastî bi HDP'ê re tê jiyîn", "Ne girîng e tu ji ku hatiye û bi ku ve diçe. Hurmeta me ji te re heye ku tu li ku ji dayik bûye, li ku mezin bûye", "Hûnê werin merasîma me ya vekirina hilweşandina bendê?", "Wan pereyên me, te dilê me ji me stend Selocan", "Bend çiye? Gola Wanê wê ji ser bifûre. Em bendê hilweşînin?" hatin vekirin.

Girseya gel a li qadê cih nema, derket ser banê avahiyan. Ji platformê jî bê navber hişyariya "hay ji xwe hebin' hat kirin.

Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê yên Wanê Nazmî Gur û Kemal Aktaş, namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Wanê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ên Wanê Hatîce Çoban û Bekîr Kaya, Hevşaredarên Navçeyan, Hevserok û rêveberên DBP-HDP ên Bajêr û nûnerên gelek partî û rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn.

Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna welatiyên di êrîşa bombeyî ya li Amedê de jiyana xwe ji dest dan û bi qîrîna dirûşma "Kujer Erdogan" destpê kir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, gelê Wanê silav kir û êrîşa li Amedê pêk hat şermezar kir. Yuksekdag, diyar kir ku duh li Amedê aştî bomberan kirin û wiha got: “Îro li Wanê aştî li ser piyan e. Lê binêrin îro li Wanê aştî û banga mirovahiyê li ser piyan e. Gelê me ti carî li hemberî komkujî, girtin, binçavkirin û êrîşan serên xwe ne tewand. Gelê Kurd wêders bide wan kesên nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine. Yên qadên mîtîngê bombe kirin ditirsin. Ew ji ronahî û aştiyê ditirsin. Em ê di 7’ê Hezîranê de bi ser bikevin û êrîşkar bin bikevin û got: "Mîtînga Amedê kirin gola xwînê. Gelê ku ji bo birîndar û êrîş zêde nebin canê xwe kirin mertal em ji Wanê wan silav dikin.”

HDP KIRIN HEDEF

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku gelê Amedê mirovahî nîşanî hemû cîhanê da û wiha axivî: "Êrîşkaran pêşeroja xwe bombekirin. Hemû cîhan jî dibîne ku ti bombe nikarin me têk bibin. Lê em ê wan têk bibin. Em ji bo kursiyan neketine rê. Em ji bo aştî û azadiyê ketine rê. Rêya me, rêya biratiya gelê Tirkiyeyê ye û em ê vê yekê pêk bînin. Rêya me, rêya demokrasiyê ye. Em ê teqez vê pêk bînin. Li hemberî partiya me bi dehan êrîş pêk hatin. Piştî ewqas êrîşên Erdogan nû duh radibe êrîşa li hemberî me şermezar dike, em bawer nakim. Çima heya niha xwe bêdeng dikir. Em mecbûr man ewlehiya hilbijartinê bigirin. Partiya me kirin hedef û rastî êrîşan hatin.” 

AMPULA AKP’Ê TEQIYA

Yuksekdag anî ziman ku radibin li kiryara digrerin, hûn li çi digerin gel pir baş kiryaran nas dike û wiha pê de çû: “Şermê nakin hê dibêjin em ê qezenc bikin. Wê hemû gelê Tirkiyeyê ligel heqiyê be. Gelê me wê bersiva herî baş 7’ê Hezîranê bide. Ez bang li gelê Tirkiyeyê dikim ku guh bidin wijdanê xwe û li gorî wê dengên xwe bikar bînin. Yên ku wijdan winda kirine, gel wê ti tiştekê nede wan. Êdî gelê me ronahiyê dibîne û wê ev roj ji bo gelê me der bikeve û wê ampulên wan biteqin. Roja nû li we û gelê Tirkiyeyê pîroz be.”

‘BIÇIN SER SINDOQAN'

Yuksekdag destnîşan kir ku 7’ê Hezîranê ji bo wan ne tenê hilbijartin e, di heman demê de roja mirovahî û rûmetê ye û ev tişt anî ziman: “Em ê li her çar aliyên Tirkiyeyê mafê xwe biparêzin. Ew dizanin dawiya wan hatiye. Dixwazin bi êrîşan emrê xwe dirêj bikin. Em bawer dikin ku wê 7’ê Hezîranê gel qezenç bike. Wê yên bi nefretê radibin winda bikin. Hikûmeta AKP’ê dixwaze artêşek tirsê ava bike. Lê em destûr nadin vê yekê. Em wî nakin serok. Divê em bibin nobedarên îradeya xwe. Em ê mîna sekna gelê Amedê wan têk bibin. Soza me ya herî dawî wê ev be ku em wan di sindoqan de bi dawî bikin. Ez bang li gelê me dikim ku neyên provokasyonan. Divê gelê me hemû biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.”

Li dû axaftina Yuksekdag namzetan bi hev re kevokên aştiyê firandin. Piştî axaftinan bi sed hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn bi qîrîna dirûşmên "Em HDP ne, em diçin Meclîsê" belav bûn.

...