Ji demjimêrên serê sibehê ve li hemû xalên bajar polîsan tedbîrên berfireh girtin û bajar bitevahî dorpêç kirine. Nûçegihanê DÎHA’yê Arîf Aslan ku dîmenên rewşa awarte yên polîsan digirtin ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin. Wêne û dîmenên ku girtine bi awayek keyfî jêbirin.
Li Wanê beriya komkujiya Roboskiyê polîsan bajar dorpêç kir. Polîs li kolan û rêyan bi wesayîtên zirxî digerin, her wiha di destê wan de çekên lûle dirêj li ser rêyên Sanat, Cûmhûriyet, Kultur Sarayi û Mereşê digerin. Li hinek noqteyan polîs kontrola nasnameyan dikin, her wiha wesayîtan di rawestînin û lêgerînê dikin. Nûçegihanê ajansa nûçeyan ya dîcle DÎHA’yê Arîf Aslan dîmenên rewşa awarte ya polîsan digirt hate desteser kirin. Polîsên ku rayeya wan ya desteserkirinê tuneye bi keyfî wêne û dîmenên Aslan kêşayîn jê birin. Dorpêça polîsan ya li bajar didome.