Walîtiya Colemêrgê derbarê êrîşa li dijî Qereqola Harûna de daxuyanî da û êrîş piştrast kir. Walî diyar kir ku, di êrîşê de cerdevanek miriye û 6 jê leşker 9 kes birîndar bûne.
Walîtiya Colemêrgê derbarê êrîşa li dijî Qereqola Cendirmeyan ya Harûna ya navçeya Şemzînanê de daxuyanî da û êrîş piştrast kir. Walî diyar kir ku, di êrîşê de cerdevanek miriye û 6 jê leşker 9 kes birîndar bûne.
Hate zanîn ku, di demjimêrên êvarê de helîkopterên kobra û balafirên şer herêma Kanîspî, gundê Nehrî, Gewriya Zînê, Bêgirtê û Gergetê bombe kiriye dengê çekan bilind dibe.